14 april 2023

Kî Kurdistanê çêke ez pê ra me

Min tim gotiye ji kurdan ra dewleta herî xerab, dewleteke wek Tirkiyê, wek Rûsyayê, heta wek ya Îranê jî ji bêdewletbûnê, ji bindestiya me ya nuha hezar qatî çêtir e.

Helbet ez dixwazim dewlweta çê bibe sekuler be, demokratîk be, sosyal be, filan û bîvan…

Lê ez van tiştan nakim şertê piştgiriya serxwebûnê, dewletbûnê.

Ez dewleteke wiha dixwazim, ji bo dewleteke demokratîk, sekuler dixebitim, lê gava hêzeke ne li gorî dîtin û îdeolojiya min, hêzeke muhafezekar, îslamîst, sosyalîst jî Kurdistanê ava bike min qebûl e.

Kesên dewleteke demokratîk, adil û nizanim çi û çi bikin şertê piştgiriyê, di esasê xwe da li dijî dewletbûna kurda ne, li dijî îktîdara hemû partiyên îro hene.

Kîjan partiya kurd Kurdistanê ava bike û were ser hukim jî ewê civateke wek ya Swêd, Norweçê, Almanyayê ava neke, ewê demokrasiya Xerbê tavilê bi cî neke.

Tiştekî wiha ne mimkûn e. Ev tişt bi carekê da nabe, wextê dixwaze.

Li Ewrûpayê demokrasî di sedsala 20a da bi pêş ket û berfireh bû, hat rewşa îro.
Dibê em cephe û yekîtiyeke netewî çêkin. Cephe û yekîtiya netewî jî bi program, hedef û îdeolojiya çep, îslamî nabe, dibê em xeta nasyonalîzmê xurt bikin.

Ji bo min her tim ya muhîm kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe, Kurdistan çêbibe. Kî kanibe çêke ezê alîkariyê pê ra bikim.

Ji ber ku tu însan, tu partî ne nemir e, rojekê ewê herin û hinekên din ewê werin dewsa wan. Li cîhanê tu dewlet destpêkê bêkêmasî, mukemel ava nebûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE