Gava hin nas û dostên min di medyaya sosyal da rismên xwe yên zaroktiyê yên pir xweşiki, saf, bêxem belav dikin dilê min dibije wan, kesereke kûr dikşînim, dibêjim ax ax, xwezî nuha çend rismên zaroktiya min jî hebûna.
Lê çi heyf rismekî minê zaroktiyê tune ye. Heger hebûn jî wenda bûn, negihîştin
îro.
Çend rismên min ên xortaniyê, belkî 14-16 salî bûm hebûn, ew jî wenda bûn.
Dema ez li welêt bûm(berî 1980î)du sê albûmên min ên fotografan hebûn, min gelek rismên min û bavê min ê rahmetî tê da hebûn.
Gelek rismên min ên eskeriyê
(1970) hebûn. Ez topçî bûm. Min li Îzmîr Bornovayê û li Gelîbolu Bolayirê eskerî
kir.
Piştî ez ji welêt derketim, di dema darbeya leşkerî ya 1980î da diya min
kitêbên min, rismên min, nivîs û nameyên min, yanî her tiştê min, biriye di
axurê cîrana me da veşirtiye, jinikê jî bêyî haya diya min, ji tirsa giş
şewitandine.
Bi qasî tê bîra min, rismekî minê ez 4-5 salî bûm, ez di himêza bavê xwe da bûm
hebû. Fîstan li min bû. Lê ji bêşansiya min ra ew jî tune ye.
Wekî din jî tu rismekî minê zaroktiyê nayê bîra min. Ji ber ez neçûme
dibistanê, ew jî bûye sebeb rismên min ên dibistanê, xwendekariyê jî tunebin.
Di dema zaroktiya min da wek nuha îmkanên risimgirtinê û makîneyên risman
tunebûn.
Heger çend rismên(fotografên)min ên zaroktiyê hebûna, minê nuha têr bala xwe
bida wan, hela ez zarokekî çawa bûme?
Ji ber derdê dinyayê, ji ber halê me yê êdî nayê kişandin carnan meriv dibêje
xwezî ez mezin nebûma, xwezî nuha ez zarok bûma, xwezî ez wek zarokekî saf û cesûr bama.
Qenekê minê hewqqas tişt fêm nekira, minê nizanîbûya ez bindest im, minê
nizanîbûya xwefiroş û xayinên me hewqasî pir in.
Dema meriv van tiştan gişî dibîne û nikane tiştekî bi cahş û xayinan bike,
meriv merezarî dibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar