Pênikanîn ne eyb e, lê jibîrkirina xerabiyê eyb e, him jî eybeke mezin e.Car heye meriv bi yekî nikane.
Lê dibê meriv
çêyiyê jî, neheqî û xerabiyê jî ji bîr neke. Gerek xerabî, zulm neyê jibîrkirin.
Her cara ez bala xwe didim medyaya sosyal, weşanên kurdî
rastî gelek xeberên(nûçeyên)xerabiyên, zulm û terora dewleta tirk têm.
Seranserê bakurê Kurdistanê li kurdan kirine zindaneke
rastîn. Bi esker û pûlisên xwe, bi medyaya xwe kurd perîşan kirine.
Gere kem vê zulma wan tu carî ji bîr nekin, ew xwe di ava
Kewserê da kin jî ew pak nabin, dibê em vê zulmê ji wan ra nehêlin.
XXX
Van rojan hin kes li ser hilbijartinên tirkan û bernamzediya
hin kesan zêde davêjin hev da, zêde dawdişînin hev. Hetanî roja hilbijartinan
ev teşxeleya siyasî ewê gurrtir bibe.
Yên aqil belav dikin, yên şîretan li raqibên xwe dikin pir
bûne.
Gotin ne xerab e, lê şîretên pir ezab e.
Rewş pir nazik e, însan bînteng û pir hesas in.
Lema jî xwe zêde tevî minaqaşeyên siyasî nakim. Ya rast ez
newêrim.
Çi bibêjim ezê li zirarê derkevim.
Hevalên minaqşe dikin pir in, kes ne motajî fikir û
pêşniarên min e.
Dema fikrekî min hebe bi şiklekî maqûl dibêjim.
XXX
Di siyasetê alternatîf, reqabet, hebûna partiyên cihê baş e.
Însan her tim mecbûrî piştgiriya partiyekê nebin, hin alternatîfên din hebin
baş e, reqabetê peyda dike, dibe sebebê hin guherînan baş.
-Şivan ji şivên neqehere pezê xwe baş naçêrîne. Raqibê siyasetmedar tunebe baş
naxebite, xwe naguherîne.
Hebûna partiyên cihê bira we aciz neke. Her kes wek hev nafikire, dibê
alternatîfên cihê hebin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar