02 april 2023

Li ser gotina bolvir

Em kurd tim bi kevçî kom dikin, bi heskê li xelkê belav dikin. 

Em ked, xebat, fedekariya bi salan nadin ser hev, ji bo miletê xwe nakin qezenc û sermîyan, bi bolvirî li tirkan, li merivên ne layiq belav dikin. Ji tiştên me bi xebata salan daye ser hev li fêzê tiştek namîne.

Qezencên siyasî jî wek serwetê ye, dibê meriv destê xwe lê ragira, bolviriyê neke, rojek tê diqede, meriv destvala, bêsermîyan dimîne.

Lema jî dibê meriv ked û kara miletê xwe têxe xizmeta milet, ji bo milet bi kar bîne. Bi comerdî nede xelkê.

Yekî gotiye "bolvir" bi tirkî ye, te çima bi kar anîye?
Rexneyên bi bî rengî carnan li nivîsên min dibin, hin kes li dû zimanekî xurrî kurmancî ne, dibê di nivîsên min da peyveke erebî, tirkî tunebe.
Ev yek him ne mimkûn e, him jî tiştekî wiha rast nabînim.

Em gotina ”bolvir” di maneya destbelav, destbelaviyê da bi kar tînin. Li Qerejdaxê, li herêma Mêrdînê jî ev rengdêr tê bikaranîn. Merivê bolvir yanî destbelav e.
Bi zazakî jî ”bol weşo” heye.
Di tirkî da ”bol” heye, lê ”bolvir” tune ye, bolvir nîvî tirkî be jî ew rengdêreke kurmancî ye.
Min mexsûs bi kar anî.
Di kurmancî da bi hezaran peyvên biyanî hene, bûne malê zimanê kurdî. Heger em peyvên biyanî ji kurmancî bavêjin emê nikanibin ji hev fêm bikin.
Rexnegirê min ji dêlî peyva "bolvir, destbelav", PELESE pêşniyar kiriye.
Pelese” cara pêşî dibihîzim. Li kîjan herêmê ji kesên bolvir, destbelav ra dibêjin ”pelese” ez nizanim.
Di vê nivîsa Amîdakurd da qala bolvirê hatiye kirin.

XXX

Di siyaseta tirkan da derew, xapandin, buhtan, bêbextî, şantaj, firildaq ne îstîsna ye, qaîde ye.

Siyasetmedarên nuha li ser hukim ji bo ku careke din jî werin hilbijartin her derewê û firildaqê mubah dibînin, her bêbextiyê li raqibên xwe dikin. Hedefa wan kurd tu carî nekenin, kurd tim wiha jar û perîşan bin.

XXX

Ga dimre post dimîne, mêr dimre nav dimîne.

Mêrxas diçe cimat dimîne. Xezla min bi wî mêrî di dilê cimatê da dimîne.

Meriv ne bi pesn û fortan, bi kar û xebata xwe, bi merhemên xwe di dilê miletê xwe da dimîne.

 XXX

Gotinek heye, dibêjin ”cemal dihere, kemal dimîne.” Cemal, pakî, çelengî, xweşikî ye. Kemal jî kamiliya exlaqî ye. Piştî salan çelengî, pakîya fizîkî bi însên ra namîne, lê xweşikiya rûhî dimîne, ew ebedî ye. Lema jî ya muhîm ne cemal e, kemal e, exlaq e, şexsîyet e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE