08 juli 2018

Xwezî ez dengbêj bûma




Gava ez li straneka ez jê hez dikim guhdarî dikim, ez dibêjim xwezî min bikanîbûya ûd lêxista û bistira û ez ne nivîskar bûma... 

Heger mimkûn bûya û min bikanîbûya teqas bikira, minê qelem û kompîtora xwe bi dilxweşî bi ûdê û nivîskariya xwe jî bi dengbêjiyê biguherta...


Bawer bikin heger mimkûn bûya minê qelama xwe jî, kompîtora xwe ya HP jî û nivîskariya xwe jî bi qurbana straneka kurdî û ûdekê kira.

Hin stranên kurdî dilê min radike pêdarê. Gav ez li strana Were dilêm şa ke, Canda, tu gul ba min tu biçanda, ji dengê Rojda Helîmê û gelekên wan min dihlînin…

Lema jî xwezî ez dengbîj bûma û min kanîbûya têr bista û van kul û kovanên dilê xwe belav bikira…

Zinarê Xamo Pir baş e, wê demê tu kurdekî bi siûd û bi îmtîyaz î...

Salih Kevirbirî Divê HP ji te re ûd û tembûreke herî baş bikire! Kesî nikaribû îro di nav kurdan de reklameke wiha bibandor bikira. Te bihîst Mark Zuckerberg? Agahî û elemetiya me ji HP yê re bişîne. Hadî kurê babo... 

Zinarê Xamo Salih, weleh ez qet li aliyê "reqlamê" nefikirîm.
Lê saz/tembûr na, ez ji dengê tembûrê hez nakim. 

Ji amûrên/alavên muzîkê ji dengê ûdê, kemanê, cumbûşê, meyê û gîtarê hez dikim.
Ji bilûrê jî hez dikim. Heger bilûrvan baş be tengê wê jî min sermest dike...

Şakir Epözdemir Mamoste Zinar rast dibêj ê. Ku meriv bikaribî bisitirê, dengbêjêkê baş bî, fersendek jê baştırîn nîn e. hele ku meriv weke Birader delal be, mînîkên meriv weka yê wî be, weka wî şair be. xêra xwedê ye. Gava ku ez biçûk bûm li herêma Zirkan ku paytextê me Derzin e, em dikevine Roava Şêrrwan û rohilata Hezzo, li welatê Zirkan 2 dengbêj hebûn yek Miryanısı Hemo, yê din Derzinî Memo ( bi eynê tê xwendin) bû. Dengên wan pir xweş bû. Wê demê, (salên 1940'an, 1950'yan) dawet bi hindikayî 3 rojan didoman dan, her dawetek geşt û şahiya zarokan bû. Me kêf dikira. Nedihiştan ku em herine nava civata mêran, lê ji ber ku qedexe bû me tim hevl dida ku em wê qedexeyê bidine betalkirin. gava dor dihata dengbêjan destur didane me ku em li devê derî nava solan (şikalan) bê deng guhdariya dengbêjan bikin. Ewî dengî dikira ku em nefesa xwe bigirin. Ji min ra bibû mereq, weke hobî, ez di xeyala xwe da dibuma dengbêj. Dengê min wisa bilindbû ku ezê derketama serê banê mala casimê şerê, minê herdu destên xwe bidara ber guhên xwe û qîr bikira bigota "- Sînemmmmmm!" ... ya giring ew bû ku wê gundê Minar, nehya Zirkan hur û gir,jin û mêr, keç û kur wê hemî derketana serê banan guhdarîya min bikiran. Ax ew çi xeyaleke xweş bû. Lê li gundê Minar heya sala 1958ê ku çume esker min nebihîst ku dengbêjêk jê derketibî. Weka ku li xwe danatanîyan. Mesela min dengên bab û apên xwe ango dengên gundiyêkê xwe ku kelamêk bibêjin nebihîstî ye. Gelo bo çî? Miletêk bo çî mûzika xwe,stranên xwe weka koroyê bi hevra nabêjin? Gelo ji ber van kuralane ku kollektif rihê me qels e? .... Ez nebûme dengbêj, hêja jî poşmanim. Minê gelek tiştan bigota, belkî hinga Şivanperwer nebûma lê ezê bibûma şagirtê hunermendên Kurdan.

Lînkên çend stranên ez jê hez dikim:

Were Dilêm Şa BikeLe le rihe&Ay dilbere

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE