Efendim xwedêgiravî meriv pîr dibe lê dil pîr nabe.
Ê dil pîr nebe ewê jahrê belav bike?
Hema hetanî jê tê bira bibêje ez pîr nebûme, nikane tu xweliyê jî li serê xwe ke.
Piştî ku beden pîr bû, meriv ji taqet da ket, pişt xûz bû,
roniya çavan kêm bû, çong lerizîn, diran di dev da neman, meriv nikanibe
gêzrekê bixwe, nikanibe dendikekê çerez bike, bêyî dilbijokiyê tu fêda
pîrnebûna dil tuneye.
Ew jî bi bedenê ra pîr bibe, meriv merezarî neke çêtir e.
XXX
72 sal berê di 15ê temûzê da kurdperwerê hêja, bavê elîfbeya kurdî-latînî, xwediyê Hawarê, Roja Nû û Ronahiyê Mîr Celadet Bedirxan wefat kir. Bi hurmet bibîr tînim.
Mîrê Kurd
Lawê Kurdistan
Neviyê Bedirxan
Celadet,
Fedakar,
xwediyê hîmet
Cendekê wî di vir de bin ax bû
Giyana wî bilindî asîman bû
Nemiriye, zindî ye
Navê wî ebedî ye.
///Qedrî Can
XXX
Erdogan ev çend sal in bi Pûtîn ra hol dibe, xwedêgiravî xwe
kiribû mitefikê Rûsyayê, Îranê, Çînê.
Nuha mêze dike tiştekî ji wê cephê bi çirpîne nemaye, çivek
rûvîkî da xwe, dîsa berê xwe da Yekîtiya Ewrûpayê, gotiye 52 sal in bi payina
li ber deriyê we em kevzikî bûn, bes e derî hema piçekî li me vekin.
Mêrik dolaba xwe xweş digerîne, bi derewa xwe wek dostê
Pûtîn nîşan da, delaliyek baş ji Pûtîn girt.
Nuha dawiya Pûtîn xerab xuya ye, lema efendî ji keştiya
Pûtîn direve, vê carê dîsa bi derewa xwe nêzî Ewrûpayê dike.
Mêrik ji cambazê ser têlê jî pêlewantir e, rûsan, ukraniyan,
ewrûpayiyan hevdu qir kirin, ew tê da maye, ji herdu aliyan jî delaliya xwe
digre.
Dinya xan bibe, xerabe bibe ew tim li karê ye, tiştek bi wî nayê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar