08 juli 2023

Kurdên Anadoliya Navîn diqedin

Herî kêm 300-400 sal in kurd li Anadoliya Navîn hene. Li derdora Konyayê, Kuluyê, Cîhanbeyliyê 40-50 gundên kurdan hene.

Koçberiya kurdan berbî Anadoliya Navîn pir kevn e, herî kêm 300-400 sal in kurd di demên cuda da ji Kurdistanê berbî Anadoliya Navîn koçber bûne. 

Destpêkê  bi darê zorê, lê dûra kesên ji ber sebebên din jî koç kiribin hene.

Kurdên Konyayê, Cîhanbeyliyê, Kuluyê bi piranî dibêjin ew ji herêmên Semsûrê, Rihayê û Meletyê ne. Lê yên ji Wanê, Agiriyê û ji herêmên din jî hene.

Li ser tarîxa koçberiya kurdên Anadoliya Navîn heta 30-40 sal berê jî zanînek zêde tunebû, lê di van salên dawî da gelek lêkolîn hatin kirin, gelek tiûştên hêja hatin nivîsîn û çapkirin.Di vî warî da dibê meriv xizmeta kovara Bîrnebûnê û weşanxaneya APECê ji bîr neke. APECê û Bîrnebûnê li ser kurdên Konyayê û Anadoliya Navîn û kurdên Anqerê gelek tiştên hêja çapkirine.

Mala xwediyê APECê  Alî Çîftçî ava be. Camêr li ser tarîx, kultur û edebîyata kurdên Anadoliya Navîn ji me ra, ji lêkolîneran ra muktesebatek baş, gelek belge û xezîneyeke pir dewlemend topî ser hev kiriye.

Wek min li jor got, kurd 300-400 sal in li Konyayê, li Anadoliya Navîn hene.

Lê ev hebûna wan hêdî hêdî diqede. Piştî 20-30 salên din kurd wek civak, wek gurûbek netewî ewê li Konyayê, li Anadoliya Navîn nemînin. Belkî çend malên bibêjin ”eslê me kurd e” bimînin. Çimkî sebebekî vê qedandinê yê sosyolojîk heye.

Ji destpêka 1960î vir da ye kurdên Konyayê û yên ji bajarên din yên Anadoliya Navîn bi girseyî koçî Ewrûpayê dikin.

Vê koça bi girseyî, bi hezaran hebûna wan a li Konyayê û li bajarên din aniye ber qedandinê.

Piştî du, sê nifşên din li Konyayê ewê 40-50 gundên kurdan nemînin, gundên kurdan, malên kurdan giş ewê têkevin destên tirkan.
Ji bo çi ez wiha dibêjim, ji bo çi ez hewqasî pesîmîst im?
Ezê numûneyekê bidim.

Ji kurdên Kuluyê malbatek cîranê me ye, dema em rastî hev tên em silavê li hev dikin, li halê hev dipirsin.

Wê rojê xanim li ber hewşa me sekinî, me bîstekê sohbet kir. Got bavikê min çûye rahmetê, dayika min tenê maye, ez 5 caran çûme û hatime. Qala zorî û zahmetiya tenêmayina dayika xwe kir. Pir xemgîn bû, bêçare xuya dikir.

Min û xanimê sersaxî jê ra xwest. Got dayika wê bi tenê maye, nuha kane îdara xwe bike, lê heger têkeve ber destan kesê lê binêre tuneye.

Min got ma ji malbata we, xwişk û birayên te kes li gund nemaye?
Got na. Ne ji malbata wê, ne jî ji ya peyê(mêrê) wê kes nemaye, gişan koçî derve kirine.

Got hinek çûna Amarîkayê, hinek çûna Qanadayê, hinek jî li welatên Ewrûpayê belav bûne.

Li gund xort, zarok nemane, tenê çend kal û pîr mane. Salê çend caran diherin serdana wan.

Got ew kal û pîr jî êdî yek bi yek dimrin, gundên me kirine cinet, xaniyên me pêşek pere lê dane gişên vala bimînin.

Ev rewş, ev trajedî ne ya vê malbatê tenê ye, bi texmîna min halê piraniya kurdên Anadoliya Navîn wiha ye. Koça berbî Ewrûpayê, derketina ji gundên xwe, ji warên bav û kalên xwe dawî li hebûna wan a Anadoliya Navîn anî.

Koçberiya merivên xwedî dewlet dawî li hebûna wan nayne, ew çiqasî koç bikin jî dewleta wan, welatê wan li ciyê xwe.

Lê rewşa kurdên Konyayê, yên Anadoliya Navîn ne wiha ye, dewleta wan tuneye, dema ew terka gundên xwe, cî û warên xw edikin, tirk li wan deran bi cî dibin, demogarafî diguhere.

Kurdên li Anadoliya Navî 400 sal bûn neqediyan, hebûna xwe hetanî îro anîn, lê bi destên xwe, bi koçkirina Ewrûpayê xwe qedandin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE