Yaho, ev kurmancî ne îş zengîn e, her mêweyek, her sebzeyek,
her heywank, her çûkek, her teyrek çend navên xwe hene.
Çarnan heft nav, carnan
jî 77 navên tiştekî hene.
Di navlêkirinê da kes di ser me kurdan ra tuneye. Tu tiştek li ba me ne bi navekî tenê ye.
Her herêmekê, her gundekî, her eşîrekê, her berekê navek li tiştekî kiriye.
Mesela hinekên me navê firingiyê, şamikê kirine ”bacanê sor, bacana sor”, navê
bacanê jî ”reş” pê ve kirine, kirine ”bacanê reş”.
Lê em zanin firingî ne tenê sor e, firingiya zer, hişin, pembe jî heye.
Ez nizanim çima navê bacinê, balîcanê, badilcanê guhertine, kirine ”bacana reş, bacanreşk” û nizim çi û çi..
Bacan bacan e, ev reş e we pê ve kirye?
Firingî firingî ye, ev sor we pê va kiriye?
Bi her zimanî navekî firingiyê û bacanê (balîcanê) heye, lê kurmancên me deh nav lêkirine. Zimanzanên me li ser vê meselê çi difikirin, çi dibêjin, pêşniyarên wan çi ne ez meraq dikim.
Di medyayê da ma meriv deh nevên cihê bi kar bîne, ya jî navekî ?
Heger di kovar û malperekê da 5-6 nivîsên li ser bacan û firingiyê hebin û her yek navê herêma xwe bi kar bîne ewê çawa bibe?
Ma ewê nebe şorbe?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar