Nivîsa min a li ser firnecî û xanimên rihayî olaneke baş da.
Di medyaya sosyal da çend vîdeoyên firnecîyan belav kirine, feqîra ji ber
pirbûna tawe û tepsiyên malan dikin qîrîn û hawar.
Lê çi heyf vîdeo gişk bi tirkî ne, di yekê da jî kurmancî napeyivin.
Li Rihayê hewqas kurdên baş, welatparêz hene, nayê bîra yekî here bi nanpêjekî
firnecî ra bi kurmancî bipeyive. Bira ew jî derdê xwe bi kurmancî bibêje.
Çaxa yek here bi kurmancî çend pirsan ji firnecîyan bike û ew jî bi devoka
rihayê a wek gezo şîrîn çend gotinan bibêjin, çend ”xeberên” dilê meriv rehet
dikin bidin, çend nukteyên xweş bibêjin ewê vîdeoyeke pir xweş çê bibe.
Mîzaha hemşeriyên min xurt e, ewê şirikê jê berdin.
Mesela yekî wek Emer Farûk Baran kane li ser vê meselê xebereke xweş,
podcasteke mikemel çêke.
Ez bawer dikim ewê dengekî mezin bide.
Di vîdeoyekê da min dît heta bi bacanan jî ji bo sogilmê, îsot ji bo biraştinê
şandibûn firnê.
Gelî xaniman, ji Xwedê bitirsin, bi Xwedê hewqasî jî nabe. Meriv kane sogilma
xwe li malê di firna xwe da çêke.
Hûn îsotên xwe jî ji bo biraştinê dişînin firnê, ma ev îş e?
Em îsotên xwe di nav çend deqan da di firna xwe dibrêjin.
Ez kibabê jî di firnê da çêdikim. Tepsiyekê tije av dikim, didim binî û kibaba
xwe dibrêjim.
Eyn dibe loqim.
Em sogilma xwe, tawa xwe, nanê goşt, bacanê tepsiyê, welhasilî kelam, ew
xwarinên hûn dişînin firnê gişan li malika xwe, di firna xwe da çêkin û pir jî
xweş dibe.
Xanimno,yê we sebeb rehetî û tembelî ye, hûn xanimên rihayî fêrî rehetiyê bûne,
hûn naxwazin li mal beroşa xwe bidin ser kuçik, hûn naxwazin firna xwe vêxînin.
Ma meriv îsot û bacanan ji bo biraştinê dişîne firnê?
Dua bikin ez ne li Rihayê me, minê li ser vê meselê kampaniyek li dijî vê adet
û kultura bida destpêkirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar