01 augusti 2023

Hin kurd bi xwe dixwazin bibin tirk

Şêxmûs Sefer li Nisêbînî çûye dawetekê. Dibêje di dawetê da muzîk, govend ne bi kurdî bûye, ji dêlî dengê ribabê û kilamên Miradê Kinê, li ”erîk dali”ya tirkî gudarî kirine, li ber wê xwe hejandine, dane çindik û lotikan.

Yanî piştî ziman bû tirkî, di dawetan da govend û muzîka me jî bûye tirkî.

Dewlet viya bi zorê nade kirin, ji kesî ra nabêje di dawetên xwe da bi tirkî bistirên û "erîk daliya" tirkî bilîzin, kurd bi xwe viya dikin.


Kurd bi daxwaza dilê xwe dev ji kurdî û ji muzîka kurdî berdidin. Ziblê tirkan jî bi hin kurdan wek helawê şîrîn e, bi kêf û zewq dixun.

XXX

Li ba tirkan dîn, îslam tim di xizmeta tirkîtiyê da bûye, mêrikan îslam tim kirine zamq û çîmentoyê pantirkîzmê.

Ev yek li ba ereb û farisan jî wiha ye, alimên ereb û faris jî tim bi qasî nasnonalîstên ereb û faris nasyonalîst bûn, îro jî wisa ne.

Li ba me kurdan jî berê wisa bû. Lê nuha eksê wê ye, dîndarên me bi riya îslamê kurdan ji kurdayetiyê dûr dixin, dikin tirk. Îslam ji bo kurdan kirine afyon, pê kurdan sergêj û bêhiş dikin.

Îslamiyên me piranî ji dêlî nasyonalîstên kurd bin, bûne tirkçî, bi qasî nasyonalîstên tirk tirkçî ne û Tirkieyecî ne.

Hudapar, Hizbulah û terîqetên din serkêşiya tirkçîtiyê dikin.

XXX

PAKê û TDK-TEVGERê biryara yekîtiya dane. Ser xêrê be, biryareke rast û baş girtine. Ez pir kêfxweş bûm. Serok û berpirsiyarên herdu hêzan ên ev biryar dane pîroz dikim.

Hêz û partiyên nêzî hev dibê hêzên xwe bikin yek. Qewet di yekîtiyê da ye. Destê bi tenê deng jê nayê.

XXX

Hin kes ji bona çend quriş pereyê pîs û mebûsiya dijmin îkram dike ji şerefa xwe muhîmtir dibînin, lema jî dibin hevalên dijmin, ji dagirkerên welatê xwe ra rêberiyê dikin.

Fîrdewsî gotiye:

-Ji dêlî ku însan jiyaneke dijminên xwe kêfxweş bike bijî bi şerefa xwe bimre bi xêrtir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE