01 augusti 2023

Li ser hevpeyvîneke muhîm

Malpera Lîkolînên Kurdî(Kurd Araştirmalari)bi sosyolog Ekrem Malbat ra li ser dîn, nasnameyê, nasyonalîzimê û dîndarên kurd hevpeyvîneke pir xweş kiriye.

Hevpeyvîn bi tirkî ye.
Ferhat Bugday pirsên muhîm jê kirine, wî jî bersîvên xweş dane. Ekrem Malbat, di sobeta xwe da li ser dîn, hêzên îslamî, medereseyan, terîqetên Qadirî, Nexşîbendî, Xalidî analîzên pir muhîm kirine.
Meriv dibîne camêr hakimê meselê ye, hewante napeyive, tiştê dibêje gelkî serê xwe pê ra êşandiye, tevgerên îslamî, tarîxa wan baş nas dike.

Ez naxwazim pesnê nivîsên bi tirkî bidim, pêşniyarê hinekên din bikim. Tiştekî wiha zû bi zû nakim.

Lê ev hevpeyvîna bi sosyolog Ekrem Malbat ra hêjayî xwendinê ye, pesin û teqdîrê heq dike. 

Meriv jê gelek tiştln nuh fêr dibe, sebeb û bingehê hin tiştan, hin gelşan xweş tahlîl dike. 

Hin dîndar û terîqetên kurd çima bûne merivên dewletê, çima bi dewletê va hatine girêdan, sebên vê yekê yên madî, aborî û siyasî çine radixîne ber çavan.

Bi hebûna kesên wiha kêfxweş dibim. Min ji vî camêrî, ji fikrên wî, ji analîzên wî pir hez kir.

Ekrem Malbat, hevalekî hereketa Zehra ye. Li ser kurdan, dîn, nasnameyê, nûrcîtiyê gelek xebeta û lêkolînên wî hene.

Hudaparê û dîndarên nêzî wan bi kirinên xwe, bi siyaseta xwe ya tirkçîtiyê dilê me reş kirine. Di nava dîndaran da, di nav tevgerên îslamî da hebûna kesên wek Ekrem Malbat bîna meriv fireh dike.

Kesên bi tirkî zanin dibê vê hevpeyvînê bixwînin. Hêvî dikim wergerînin kurmancî jî.

Ekrem Malbat bi kurdî zane, nizane nizanim, hêvî dikim zanibe û van fikrên xwe yên giranbiha bi kurmancî jî bibêje. Van fikrên xwe yên hêja dibê bi kurdî ji kurdan ra bibêje. Ev gelkî muhîm e.

Malpera ”kurd Araştirmalari” bi kurdî, tirkî ye, gelek qelemên hêja tê da dinivîsin. Malpereke baş e, hêjayî taqîbkirinê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE