02 augusti 2023

Şarj biqede

Şarj biqede
Di vê serdemê da keç û xort çawa hevdu dibînin, çawa dil dikevin hev Xortekî gotiye:

-Nifşekî wiha çêbûye bêyî medyaya sosyal nizane keçikekê eyar bike, ji xwe ra dildarekê bibîne. Heger şarja telefona me biqede nifşê(neslê) me jî ewê biqede.

Ev îdîa çiqasî rast e ez nizanim, ciwan zanin. Di dema me da mesela şarjê û telefonê tunebû, me bi hawakî din çav berdida hev, evîndara xwe didît. 

Heger keçikê carekê di bin çavan ra li me binêriya, ya jî bi me ra bimiziciya mesele temam bû, em ji ber deriyê wê nediqetiyan.

 

Şerê dê û dotê


Keçikê bi hêrs ji diya xwe ra got:
-Dayê, ma ez pêsekinîya(keçhulîya, sêwîya)malê me ?
Diya wê got:
-Keça min, heger wer bûya ma me yê tu hilbijarta?


Fuzûlî

Ji Fuzûlî pirsîne, gotine seyda:

-Ma meriv hez bike hîn xweş e ya jî were hezkirin?

Camêr gotiye:

-Heger hûn bi hev şa nebin herdu jî fuzûlî ye.

Rast e, hezkirina bêyî pevşabûn wek temaşekirina li fîlmekî ye.

Mezinbûna bedenê

Xwedêgiravî bedena(ucûdê) meriv hetanî 25 saliyê bi pêş dikeve, mezin dibe.

Lê wer xuya dike haya zik ji viya tune ye. Ya jî mêrik guh nede sal malan, hema ji xwe ra mezin dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE