02 augusti 2023

Ax ji derdê vê serdemê

Îro di gera me ya rojane da ez pê hesiyam telefona min ne bi min ra ye, min li mal ji bîr kiriye.

Min ji xanimê ra got, te dît, min telefona xwe ji bîr kiriye.

Got de tişt nabe, îro jî bê telefon bimeşe.

Helbet ez venegeriyam mal, lê min xwe wek pêşmergeyekî di şer da bêsîleh his kir.

Têkiliya bi telefonê ra êdî bûye muptelayiyek wek ya cixarê, wek ya alkolê, meriv bêyî wê debar nake.

Berê hînbûneke me ya wiha tunebû, hin aletan em zêde bi xwe va girê dane.

XXX

Her kes nizane heneka bike. Ji henek û nuktedaniyê ra jî, ji fahmkirina wê ra jî jîrîtî lazim e. Ev rast e.

Lê xeyda ji henekê, zêde cidîgirtina henekê, nuktedaniyê ne karê aqil e, heta hinekî  kêmaqilî ye jî.

XXX

Meriv kane di derbkê da, di yek dîtinê da dil têkevê, jê hez bike, him jî jê nefret bike.

Dil carnan pir lezok e, zû biryarê dide. Zû dildar dibe, zû dilsar dibe.

Dûra jî hinê caran poşman dibe.

Lê ev lezokî di xortaniyê da dibe, dilê pîr bêtir bi temkîn e, cara nalezîne.

XXX

Di medyaya sosyal da gava ez rastî nivîseke xweş, hevpeyvîneke xweş a tam li gorî dilê xwe têm, ez dibêjim, "ax, xwezî ev nivîs bi kurmancî bûya, ya jî bi kurmancî jî hebûya."

Wek xortê dil têkeve keça herî bedew, bavê bixwaze keça herî pak û jîr bûka wî be.

XXX

Dema ez dixebitîm min ji roja duşemiyê qet hez nedikir, roja min pir jê hez dikir, roja îniyê bû.

Nuha jî eksê wê ye, ez ji roja duşemiyê hez dikim, ji îniyê hez nakim. Dixwazim înî tunebe, tim duşem be. Tiştek wek xwe namîne, her tişt diguhere.

XXX

Yekî gotiye, heger bibêjin law bi qasî perê xwe bipeyive, ezê nikanibim bibêjim ”temam” jî.

Yanî mêrik hewqasî rût e, perê wî têra gotina ”temam” jî nake.

Çavê tunebûnê kor be.

 XXX

Hin teşbîhên me kurdan pir xweş in. Neynikê pak dike, dibêje weleh eynî bû wek camê.

Camê pak dike, dibêje eynî bû wek neynikê, meriv kane xwe tê ra bibîne.

Lê ji bin da ne neheq e, herdu jî cam in, merivên hev in.

 XXX

Camêrek ji halê xwe pir aciz bûye, gotiye:

-Carnan ez xwe wek qapaxa çaydankê mezin nehewce his dikim.

Metaforeke pir xweş e. Bi rastî jî gelek kesên wek qapaxa çaydankê mezin nehece, bêmane ne, ew tunebin jî dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE