03 augusti 2023

Li Swêd jiyan bûye dîjîtal

Em dikin herin ba pûlis ji xanimê ra miracaetî nasnameyeke nuh bikin. Wexta nasnameya wê derbas bûye, gerek em jê ra yeka nuh bigrin. Wexta nasnameya min hetanî sala 2025a ye.

Li Swêd bêyî nasname(Identitetskort)meriv nikane tiştekî bike, li her derê nasnameyê ji meriv dixwazin.

Hetanî min xwe gîhand pûlisê pasportê û wext veqetand çermê eniya min qetiya.

Li Swêd her tişt, jiyan bûye têkiliyên dîjîtal, meriv nikane bi riya telefonê xwe bigihîne tu dahîreyeke resmî. Dibê tu bi riya înternetê, dîjîtal hezar tiştî bikî.
Dibê tu pisporê kompîtorê û teknîka tîjîtal bî.

Min kir nekir ez ji heq derneketim, dawiya dawî min telefonî pûlisê pasaportê kir, ez nîv saetê di dorê da mam.

Dema dor hat min, min bi gazin got, ez ji teknîka tîjîtal fêm nakim, ez nikanim di kompîtorê da wextê veqetînim, dibê hûn di telefonê da wextê bidin min.

Min got her kes ne şarazayê kompîtorê, teknîka dîjîtal e.
Keçikê got heqê te heye, heger hûn dixwazin hûn kanin îro piştî danê nîvro werin. Ez matmayî mam, min tiştekî wiha nedipa.
Mim got em tên. Me li ser saet 13.40î li hev kir.

Lê ji şansê me yê xerab ra ximîna baranê ye.Baraneke pir dibare.
Barana Swêd dest pê kiriye, êdî ewê bibare û bibare.

Xwezî hinek jî li Kurdistana me bibariya, germîyan bûye para me.
Em çûn ba pûlis, me karê xwe qedand û dûra jî em çûn li bazara, çarşiya Globenê gerîyan. Em çûn pastexaneyekê, me qahwak vexwar û tiştek kir ber dilê xwe.

Min û xanimê ji xwe ra hin kinc jî kirîn. Me got hey em hatine, en destvala neçin mal.

XXX

Telefona me dikeve erdê em dikin ax wax, hevalê me dikeve em pê dikenin.
Wele ev ne tu hawe ye, qîmeta em didin telefonê em nadin hevalê xwe.
Wê rojê ez likumîm, ketim, xanim bi min keniya. Xwedê kir ez neêşiyam.
 

XXX

Hin kes hene ji nivîsên wan, ji komentarên wan meriv fêm dike ne tu meriv in, cilq û zirzop in.

Lê hin karê baş dikin. Ji bo xatirê karên wan ên baş meriv tehamulî cilqiyên wan dike.

Yanî merivên geweze, devbelaş jî kanin karên baş bikin. Ev jî rastiyeke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE