04 augusti 2023

Yekîtiya hukûmeteke netewî û hêzên pêşmerge ji bîr bikin

Arif Qurbanî

Arif Qurbanî di Rûdawê da li ser rewşa başûrê Kurdistanê, yîkîtiya pêşmergeyan û têkiliyên PDKê û YNKê nivîseke pir muhîm nivîsîye.

Ji bo ku em bizanibin li başûr problem çi ye, dawiya (taliya) Kurdistana Federe ewê çawa be, YNK û PDK çima pêşmergeyên xwe nakin artêşeke netewî dibê her kurd vê nivîsa Arif Qurbanî miheqe bixwîne.
Arif Qurbanî dibêje pêşmergeyên PDKê û YNKê tu carî nabin yek, dibê kes xeyala vê yekê neke.


Yanî malbata Barzanî û Talabanî, YNK û PDK yekîtiya pêşmergeyên xwe naxwazin û nakin.
Baweriya min jî ew e, naxwazin çekdarên xwe ji dest xwe berdin, çimkî bi wan çekdaran xwe û desthilata xwe diparêzin, bi zorbatî hukim ji dest xwe bernadin.

Îro gotine xwedêgiravî hilbijartina parlamentoyê ewê 6 mehên din, di 25ê sibata 2024a da çêkin.
Bi baweriya min ew jî xapandin e, yên hukûmetên xwe, pêşmergeyên xwe nekin yek, hilbijartinê jî çênakin.
Çima ne nuha, piştî 6 mehên din?
Ez bawer nakim hilbijartinê çêkin, milet û Amerîkayê dixapînin. Tirkiye, Îran nahêlin.

Artêş û meclîseke netewî, hukûmeteke netewî, Kurdistaneke ji bîr bikin, hevta ev herdu hêz, herdu partî desthilatdar bin yekîtî çênabe, kurd nabin xwedî dewleteke netewî.

Arif Qurbanî pir eşkere û vekirî gotiye ne nuha, ne jî di pêşerojê da ne mimkûn e pêşmergeyên PDKê û YNKê bibin yek û artêşeke hukûmeta Kurdistanê.
Çimkî ew du hêzên li dijî hev in, lema jî baweriya wan hev nayê.
PDK û YNK, malbata Barzanî û Talabanî ji bo ku li hemberî  hev xwe biparêzin dibê çekdarên wqan hebin.
Camêr ev rastî wiha îzah kiriye:

”Divê em wekî rastiyekê fêm bikin ew e ku ne niha û ne jî di paşerojê de ne pêkan e ku hêvî li ser wê yekê bê girêdan ku dê ev her du hêzên çekdar bi tu mekanîzmekê bibin yek.

Sedemên vê jî ne yek an du ne ku bên çareserkirin. Di koka xwe de, ev her du hêz li ser bingeha du pêkhateyên cuda û dijber hatine dirustkirin. Ne pêkan e ku şert û mercên taybet û giştî bên dirustkirin ji bo rê li ber yekbûna van her du hêzan vebe.

Herwiha, her du hêzên siyasî yên xwediyên van her du hêzên çekdar, ji bo ku dev ji çekên xwe berdin divê bi hev bawer bin lê wan hê jî ev bawerî ava nekirine.
Bi ser de, Kurdistan jî dê wiha bi hêsanî nebe xwediya saziyên destûrî û qanûnî yên wiha xurt ku bikare pêşî li hebûna çekan li derveyî saziyên xwe yên fermîbigire.”

Tiştekî din destê dijmin e, Qurbanî gotiye PDK û YNK ji ber nakokiyên nabêna xwe hewqasî bi derva ve(yanî Tirkiye û Îranê va)hatine girêdan, biryara yektîyê jî ji destên serokên PDKê û YNKê derketiye, di destê Tirkiyê û Îranê da ye.
Qurbanî ev yek jî wiha îzah kiriye:

”Digel sedemên objektîf û navxweyî, divê ev rastî jî were gotin ku ji ber hevrikî û nakokîyên navxweyî bûne sedem ku kurd li ser aliyên herêmî dabeş bibin û ew qasî bi aliyên derve ve girêdayî bûn ku êdî biryarên yekalîker ji destê wan derketine. Bi taybetî ji bo doz û mijareke hestyar û çarenivîssaz a wekî çêkirina hêzeke niştimanî ji bo Kurdistanê, ne pêkan e were hiştin ku pêngav bi arasteyeke dirust ve bên avêtin.”

Yanî hukûmeteke netewî, artêşeke netewî, Kurdistaneke serbixwe ji bîr bikin; hetanî ev serokên PDKê û YNKê sax bin tiştekî wiha ne mimkûn e.

Artêş û meclîseke netewî, hukûmeteke netewî, Kurdistaneke derbixwe ji bîr bikin. Hetanî ev herdu partî û malbat li ser hukim bin ewê rê nedin tiştekî wiha. Çimkî ne li hev dikin, ne jî desthilata hev qebûl dikin.
Wek Qurbanî jî gotiye çimkî êdî ew ne bi serê xwe ne, ew yekîtiyê bixwazin jî nikanin, biryar ne di destê wan da, di destê Tirkiyê û Îranê da ye.
Arif Qurbanî di nivîsa xwe da vê rastiyê eşkere dibêje.
Piştî ku rewş ev e, bingeha mana vê hukûmeta nuha jî ne saxlem e, girêdayî piştgiriya Amerîkayê ye. 

Roja Amerîka dev ji piştgiriya kurdan berde, ev hukûmet jî ewê hilweşe, rev û koçberîyê ewê dîsa dest pê bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE