04 augusti 2023

Tirkiye ji kuştina kurdan têr nabe

Dewleta tirk a faşîst do li Qamîşloyê bi dronerê 4 kurd kuştine, du kes jî birîndar in.

Kuştina kurdan, herikandina xwîba kurdan van hovên bêbav, qatil bextewar dike. Roja çend kurdan nekujin xewa wan nayê. Vana vampîr jî derbas kirine.

Cenazeyên 7 gerîlayên HPGê jî yên di şer da şehît ketine îro birine nexweşxaneya Şirnexê. Qetlîama zarokên kurd her roj berdewam e. 

Tiştê HPG dike ne karê aqil e, întîxar e. Heyfa van keç û xortan. Bi keleşkofê êdî şerê vî neyarê hev nabe.

Meriv nikanibe heyfa xwe bigire pir zor e. Temaşekirina li qatilên zarokên xwe zor e, meriv kezebreşî dike.

XXX

Saet di sisiya da bi xwe hesiyam, dûra jî xew li min gerîya, di nav nivînan da min xwe vir da bor kir, wê da bor kir, xewa min nehat. Çare min di rabûnê da, di vekirina kompîtorê da dît.

Xem û xeyal carnan kom dibin, di kevin ser hev, xewên şevan li meriv diherimînin.

Xem û derd tim bûne para me kurdan, serê me, dilê me tu carî rehet nake.

Xeberdana Zimanê Kurmancî ya Mele Mehmûdê Bazidî li ber destê min e, ezê bîstekê wê bixwînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE