05 augusti 2023

Serpêhatiya min û saeta GPS

Carnan hin tesadufên xweş û bi xêr çê dibin, çaxa dawî xweş diqede kêfa meriv tê.

Di gerra me ya do da xanimê saetek li erdê dît. Saeteke camreş bû, tiştekî xuya nedikir, meriv pê li bişkoka wê dikir dibû saet.
Min tiştekî wiha nedîtibû, min nizanîbû çawa dixebite.  
Min got belkî lîstokek zaroka ye. Min vir da, wê da tilî kir, her carê şiklek derdiket, ez tirsiyam, min girt, kir bêrîka xwe û em çûn mal.

Min telefonî lawikê me yê biçûk kir, min jê ra tarîf kir.
Got bavo ew saeteke baqil e, bi SIM-kart û GPS (smartwatch)ye.
Got sibe ewê werin li deriyê te xin.
Min bawer nekir, ez kenîyam.
Bi şev min dîsa hinekî tilî kir, lê min tiştek jê fêm nekir. Min danî ser masê.
Vêsê min kîsikek da dest xwe û gemar, kevnûkotên, naylonên milet avêtibûn dora mala ma top dikir.
Ez çer ketim hundur xanimê got:
-Vê saetê ez cunî kirim, dengê jineke swêdî jêhat, min newêrîbû rahîştayê. Hela lê binêre cin, min di vê bêxwediyê da ye, çi ye ?
Em bi hev ra kenîyan.
Min rahîştê, dîsa hinekî tilî kir. Numra telefonekê xuya kir, min bi telefona xwe telefonî wê numrê kir, bersîv neda.
Di vê nabênê da min hew mêze kir deng ji saetê hat, bû telefon, min qebûl kir.
Xanimeke swêdî silav min kir, got te saeta peyê min(mêrê)min dîtiye.
Min got rast e, xanima min do dît, min tiştek jê fêm nakir, ev cara pêşî ye ez saeteke wiha digrim destê xwe. Min hewil da telefonî we bikim lê ji heq derneketim
Jinikê got ew saeta bi GPS e, min didît saet li ku ye. Her cara te pê dilîst, alarm dihat ji telefona min ra, ji ya keça min û lawê min ra.
Min navê te, edresa te, giş ji netê derxist. Do bi şev min nexwest we nerehet bikim, lê îro ezê werin bibim.
Got ez nuha te dibînim.
Min got, xanim, te ez qutufandim, ez ketime bextê te, zû were min ji vê belayê xelas bike. Min got ez hêvî dikim te navê min nedaye pûlis. Keniya, got na.
Saet di 11.30î da ew û hevaleka xwe bi guleke xweşik hatin mal.
Min got hûn hatine mala kurdekî, heta hûn qahweyek me venexwin nabe hûn herin. Dibê ez ji we ra qahweyek kurdî çêkim.
Got min qahwa tirkî vexwariye, lê min navê qahwa kurdî nebihîstiye.
Min got, tu yê îro qahwa kurdî tahm bikî û tu yê bibînî çiqasî xweş û lezîz e.
Ez dirêj nekim, hatin li hewşê rûniştin. Me hinek hazirî kiribû.
Min ji wan ra qahwa kurdî ya bi kizwan çê kir. Ez qahwê û qahwa kizwana tevhev dikim, tahma wê pir xweş dibe. Ez qahwa xwe bi şîr çêdikim.
Çer qahwa min tahm kirin, matmayî man, gotin wele me tu carî qahweyeke hewqasî xweş tahm nekiriye. Ji qahwa tirkî pir xweştir e.
Min got qahwa tirkî ne tu qahwe ye, navê wê derketiye. Jixwe li Tirkiyê qahwe jî tuneye, qahwa ereban kirine qahwa xwe.
Tahma qahwa min da biçika wan, pir pesnê wê dan, gotin te ev qahwe ji ku kiriyî ye û tu çawa çêdikî?
Min ji wan ra îzah kir. Pir kêfa wan hat. Hevala wê ji Afrîqa Başûr bû, mîvana wê bû.
Got mêrê min alman e, di wezarata karên derva da xebitiye. Ew jî karkireka Neteweyên Yekbûyî bûye, li gelek welatan gerîya ye.
Saeta smart watchê ez û xanim pir tirsand, lê dawî xweş qediya.
Min qahwa kurdî bi jineke swêdî û Afrîka Başûr da nasîn.
Ew vê rojê, vê qahwa kurdî ji bîr nakin. Dema rabûn me şûşeyek reçela giryazan(wîşne) jî da xenimê. Pir kêfxweş bû.
Me numreyên telefonên xwe da hev, dûra jî me ew rêwî kirin.
Serpêhatiyek bi heyecan bû û xweş jî qediya.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE