06 augusti 2023

Fersend her roj nayê li deriyê meriv naxîne

Ji bo ku em ji bindestiyê xelas bibin, bibin xwedî dewleteke netewî di tarîxê da çand caran fersendên pir mezin ketine destên me, lê me ev fersendên mezin û tarîxî ji dest xwe berdan. Pêşîyên me nikanîbûn, nizanîbûn ji wan fersendan sûdê bigrin.

Ev 30 sal e li başûr û rojavayê welatê me dîsa ji me ra ji bo azadiyê, serxwebûnê fersendeke baş çêbûye. 

Heger em vê fersendê jî ji dest xwe berdin, azadî û serxwebûna me dimîne mûcîzeyeke nehatiye dîtin. 

Fersend rojê carê, salê carê neyê li deriyê meriv naxîne. Fersenda li başûrê Kurdistanê çêbûye di bin xeteriyeke mezin da ye. Ew jî ji me da ye. 
Li rojavayê Kurdistanê rewş pir xerab e, pêşeroj ewê çawa be ne diyar e. Tirkiye bûye belayek mezin, dixwaze bi darê zorê vê fersendê ji destê kurdan derxîne.

Li ser fersendê çend aforîzmayên xweş.

 
-Fersend(firset)wek jineke nazdar, bi cîlwe ye. Carê derî girtî bibîne, careke din nayê.
Grîllparze

-Fersend, du caran li deriyê meriv naxîne.
Chamfort

-Fersenda em carê ji dest bidin(wenda bikin) tu dem nikane wê careke din bi paş da bîne.
Schîller

-Di jiyana însên da saeteke însan bextewar bibe hatiye dayin heye, Ya muhîm dibê meriv wê saetê ji dest xwe nede(nerevîne).
Fletcher

Fersend, wek ewrê havînê ye.
Harîrî

-Fersend revoke, nasekine, tê û dihere.
Geothe

-Dibê meriv guhdarîkirinê baş fêr bibe, hin fersend derîtitikînin, heger meriv derî lê veneke, diherin û hew tên.

-Çar tişt tu carî bi paş da nayên.; gotina hatiye gotin, tîra hatiye avêtin, jiyana derbas bûye û fersenda ji dest çûye.

-Fersend tê ber nigê her kesî, lê yên fersendê ji dest nadin, bi kar tînin pir hindik in.
Bulwer Litton

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE