07 augusti 2023

Êzing

Keçik bi xort da hêrs bû, jê ra got:

-Law bi Xwedê tu êzing î.

Xort xwe aciz nekir, got:

-Ez êzing im, lê tenê ji bo te dişewitim.

Keçik nerm bû, got:

-Wê demê ez ji te hez dikim.

 

Îşaret

Kefa dest duxure dibêjin pere tê.

Pişt dixure dibêjin şer tê.

Nig duxure rêwî ye

Guh duxure hinek qalê dikin.

Çav qurç dibe mîvan tê.

Maşela her îşaretek alimê xeybê ye.

 

Sûcê kê ye?

Lawik di sinifêda mabû. Diya wî pê da xeyidî, bi hêrs jê ra got:

-Zarokên xelkê wek profesoran e, dibin yekem, tu ji min ra di sinifê da dimînî.

Lawik yekî yeman bû, di bin gotina diya xwe da nema, got:

-Tu dubînî dayikên xelkê çi ewladan anîne, di te îş tune ye. Ne sûcê min e.

Jinikê şirta di dest xwe da li serî xit, got:

-Sûtal, tembeliya xwe neke sûcê min.

 

Teşbîh

Hin teşbîhên me pir xweş in. Neynikê pak dike, dibêje weleh eynî bû wek camê.

Camê pak dike, dibêje eynî bû wek neynikê, meriv kane xwe tê ra bibîne.

Lê ji bin da ne neheq e, herdu jî cam in, merivên hev in.

Di erebê da zarok heye

Li Tirkiyê hin kesan li ser erebeyên xwe wiha nivîsîne:

-Di erebeyê da zarok heye !

-Yanî çi? Ma qey li ber lampeyên sor bira însan ji erebêyên xwe dakevin, zêrekî pêvekin?

 

Nifşê nuh

Xortekî gotiye:

-Nifşekî wiha çêbûye bêyî medyaya sosyal nizane keçikekê eyar bike, ji xwe ra dildarekê bibîne. Heger şarja telefona me biqede nifşê(neslê) me jî ewê biqede.

Ev îdîa çiqasî rast e ez nizanim, ciwan zanin. Di dema me da mesela şarjê û telefonê tunebû, me bi hawakî din çav berdida hev, evîndara xwe didît. Heger keçikê carekê di bin çavan ra li me binêriya, ya jî bi me ra bimiziciya mesele temam bû, em ji ber deriyê wê nediqetiyan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE