07 augusti 2023

Kurdek çima navê aşxana xwe dike "Istanbul Resaurant" ?

Îbrahîm Sedîyanî di seyaheta xwe ya  Îngilistanê da riya xwe bi bajarê Manchesterê jî xistiye, li wir çûye aşxaneya ”Istanbul Restaurantê”

Gotiye aşxane ya kurdekî Elbîstanî ye.
Kurdekî Meraşî, Elbîstanî çûye Manchesterê aşxaneyek vekiriye, navê bajarê xwe, navê gundê xwe ya jî navekî kurdî li aşxaneya xwe nekiriye, navê aşxaneya xwe kiriye ”Istanbul Resaurant”.
Kurdek çima navê bajarekî tirkan li aşxana xwe dike, tiştê vê yekê pê dide kirin çi ye?

Çimkî mêrik dixwaze xwe tirk nîşan bide. Ne bi zanetî be jî vê yekê bêhaya xwe dike.
Kurdekî başûr, rojava, rojhilatê Kurdistanê navê bajarekî ereb û Îranê li aşxaneyên xwe nakin. 
Tirkek aşxaneya xwe bênav dihêle lê navê bajarekî Kurdistanê li aşxaneya xwe nake.
Lê kurdên me viya bi dil û can dikin. Him jî pir in.
Çimkî kurdên wiha dixwzin xwe tirk nîşan bidin, çimkî di hundurê xwe da, di dilê xwe da bûne tirk.
Lema jî nav û sembolên kurdayetiyê zû bi zû bi kar naynin, tercîhên wan tim li ser tirkî ye, viya jî bi îftîxar, bi dil, bi kêfxweşî dikin.
Bi însên ra ruhê kurdayetiyê, nasyonalîzim, kurdperwerî nemabe wiha dike.
Gelek kurd erê bi eslê xwe kurd in, lê bi fikrên xwe, bi hestên xwe, di praktîka xwe da, di jiyana xwe da bûne tirk. Tu carî naxwazin nasnameya xwe ya kurdayetiyê derxin pêş, dixwazin zû bihelin.


XXX

Ji do da ye baranê venekiriye. Swêd tu carî baraneka hewqasî pir û bênabên nedîye. Li gorî texmînên meteorologan baran heta roja şemiyê ewê dom bike.

Li her derê lehî rabûye. Ezman li Swêd hatiye xezebê.

Gurrîna tavan û şîrqîna birûskan e. Wiha dom bike îro gerr merr jî tune ye, emê wer di hundur da bin.

Xwezî hinekî vê baranê li Kurdistanê jî bibariya. Erd zêde tî bûye, mile tji germê fetisî.

 XXX

Înan Eroglu bi Selîm Temo ra li ser şiîrê, edebîyatê, têkiliya nabêna nifşên nuh û kevn sohbeteke xweş kiriye. Sohbeta merivên zana xweş e, meriv tahmekê jê digre, tiştekî nuh jê fêr dibe.

Min jê hez kir.

XXX
Xelk ji xwe ra mal û dewletê çêdikin, em kurd jî kumên xwe li hevdu mûç dikin.

Heger ev jî têrê neke, şûrên xwe li hevdu tûj dikin. Lema jî partiyên me tim li hev in, tim bêtifaq xêrnexwazên hev in.

 XXX

Ezman qelişî, lehî rabû, her der di bin avê da ma.

Baranek hewqasî pir û bi zirp nayê bîra min. Ji ximîna wê meriv hêbetula dibe.

Meteorolog dibêjin ji mala xwe dernekevin. Gelek mal û bajar ewê di bin avê da bimînin.

Brana mehekê ewê di 24 saetan da bibare.

Erdê belengaz hewqas av ewê têxe ku derê ez vêm nakim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE