08 augusti 2023

Dilgiraniya Amerîkayê ji bo Tirkiyê tu tesîreke wê tune

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Matthew Miller gotiye ”Amerîka ji zêdebûna êrişên Tirkiyeyê yên ser Rojavayê Kurdistanê dilgiran e.”

Serê salan e Amerîka van gotinên bêtesîr wek papaxan dubare dike.
Dilgiraniya Amerîkayê ji bo Tirkiyê bi qasî kixsakê jî qîmeta wê tune ye.
Êrîş û cînayetên Tirkiyê bi dilgiraniyê, bi van gotinên vala nasekine.

Tirkiye ji ço, ji zorê fêm dike, dibê bivikê bibîne. Tirkiye hetanî bivikê nebîne dev ji êrîşên xwe û kuştina kurdan bernade. Amerîka jî serê ço nîşanî tirkiyê nade.

XXX

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar gotiye hukûmeta AKPê dixwaze tola DAÎŞê ji HDPê bigire. Ev tespîteke rast e.

DAÎŞ artêşa Tirkiyê ya îllegal bû. Keç û xortên kurd DAÎŞ û dewleta li pişt wê bi hev ra rezîl kirin, pozê wan firikandin.

Tirkiye hîn û hîn jî nikane têkçûna xwe hezm bike. Nikanin bi gerîllayên kurd, dixwazin heyfa DAÎŞê ji merivên siwîl bigrin.
Doza Kobanê ev mesele ye. Selhedîn Demirtaş û bi hezaran kesên din ji bo girtina vê heyfê êsîr girtine.

Hercara Amerîka serokekî, berpirsiyarekî DAÎŞê di himêza Tirkiyê da dikuje, Tirkiye jî êrîşî kurdên rojavayê Kurdistanê dike çend kesan bi namerdî dikuje û li bakur jî çend kesan êsîr digre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE