08 augusti 2023

Agir xweş e lê xwelî jî jê çê dibe

Hin însan pir bêwefa ne. Kurdan ew dan ser serên xwe, ew kirin parlamenter.
Piştî giriya wan bi paş ket, piştî meaşê xwe saxlem kirin, dest pê kirin kevir û kuçik li kurdan barandin, xwe ji kurdan dûr xistin. Nuha meriv wan ne di şînên kurdan da, ne di şahiyên kurdan da nabînin.

Hin însan wiha ne, tu ji wan ra di destê xwe hêkerûnê çêkî, ewê bibêjin:
-Devê min şewitî, destê wî neşewitî.
Qey nanê me bêxwê ye, kî ji ser sifra me radibe kêrê didê û radibe
.

Hin însan pir bêwefa ne, çêyiyê zû ji bîr dikin, nanê wan li ser çonga wan e, ew gav û ew saet e.

Kurd dibêjin nanê mêra li ser mêra deyn e, lê ev kultur û exlaq bi hin tirkan ra tune ye.
Dostî, hevaltî xweş e, lê ne bi her kesî ra. Agir xweş e, lê xwelî jî jê çêdibe
XXX

Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya gotiye di du mehan da 17 hezar û 258 koçber dersînor kirine.

Mêrikan xweş lêdixin, berê xelkî tînin, ji bo ku werin Tirkiyê pêşeke pere ji wan distînin, wan baş dipûrtikênin û bi paş da dişînin welatên wan.

Lê heger ev agahdarî rast be, kane dezînformasyon be, çimkî derew siyaseta wan a esasî ye.

Lema jî dibê meriv tim bi îhtîyan li gotinên berpirsiyarên Tirkyê binêre.

XXX

Dosyayên rakirina parêzbendiya 12 parlementeran, piranîya wan parlamenterên YSPê ne, ji Meclîsa Tirkiyeyê ra hatine şandin.
Meclîsa Tirkiyê berê jî ne tu meclîs bû, lê Erdogan û îslamîstên tirk ji binde kir meclîseke bêmane û derewîn.

Li Tirkiyê êdî tu qîmeteke hilbijartinan û îradeya milet tune ye.
Kurd bi rayên xwe însanan dikin serokên beledîyan, parlamente, Erdogan jî bi emrekî wan dixîne û davêje zindanê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE