09 augusti 2023

Bexçe bê zexelî nabe

Di medya sosyal da tiştên baş jî tên belavkirn, tiştêtên xerab jî; tiştên baş kêfa meriv tînin, meriv jê sûdê digire, yên xerab jî meriv pê diqehere.

Meriv nikana rê li ber belavbûna tiştên xerab bigire, însan fikrên xwe dibêjin. Meriv ne wekîlê kesî ye, meriv nikane devê kesî bigire.

Bi qasî merivên zana, kamil, maqûl, merivên cahil, devbelaş, zirzop jî hene, heta ew pirtir in.

Kesên wiha gelekê caran ji meriv ra, ji nas û dostên xwe ra peyvên çort dikin, dilê meriv dihêlin.

Lê tiştek ji destê meriv nayê, ev meydan ji her kesî ra vekirî ye, her kes kane fikrê xwe bi azadî bibêje.

Hebûna azadiya ji bo her kesî, her fikrê baş e. Problem hin kes carnan vî mafî îstîsmar dikin, xwe dihetikînin, meriv jî pê diqehere.

Lê devê cahilan, xwenezanan ne doxîna meriv e, meriv bijdîne û sist bike.

Meriv bi gotinên wan diqehere, lê nikane tiştekî bike.

Tiştê herî baş dibê meriv hevza xwe ji merivê cilq, xwenezan bike, dûro bi nûro…

Dibê meriv bi kesên cahil û zirzop ra nekeve minaqaşê, xwe ji kesên wiha biparêze.

Pîsî tu çiqasî tevradî, çiqasî tilî bikî ewê bêtir bîn bide, bêtir di meriv bigere. Meriv xwe tê negerîne baştir e.

Lê carnan jî li ciyê rehetiyê, bêhemdî bela tê ber deriyê meriv, tê li nigê meriv dipiçike.

Ev jî ne di destê meriv da ye, carnan qeza tê serê meriv, ne mimkûn e meriv rê li ber her qezayê, her belayê bigire. Roj diçe, qeza û bela naçe.

Ne mimkûn e di medyaya sosyal da hinek bela xwe di meriv nedin, meriv aciz nekin.
Bexçe, zevî(erd) bê zexelî, gul bê sitrî nabe.

Carnan jî meriv hevdu şaş fêm dike, ev jî mimkûn e. Ev hatiye serê min jî. Carnan min hin kes şaş fêm kiriye, carnan jî hinekan ez şaş fêm kirime. Herkes her tiştî carnan rast fêm nake.
Ev yek jî dibe sebebê serêşiyeke belasebeb.
Ev dinya wiha ye, bêyî teşxele û serêşî jî nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE