09 augusti 2023

Dixwazin Selahetîn Demirtaş hetanî mirinê di zindanê da esîr bihêlin

Abûqatê Selahattîn Demirtaş, Mahsûnî Karaman gotiye, ji ber twîttekê ewê 7 caran cezayê muebetê, yanî 7 caran cezayê hetanî mirinê bidin Selahedîn Demirtaş.

Erdogan hewqasî neyarê miletê kurd e dilê wî bi muebetekê rehet nabe, emrê 7 muebetan daye hakim.

Ji ber ku nikaninDemirtaş û çend kurdan îdam bikin, biryara 7 muebetan dane.
Tu ferqa vê mahkimê ji mahkimeya nazîyan tuneye.

Kurdên hîn jî hevalên Erdogan û AKPê ne ew jî şirîkê vê îdamê ne. Heger Erdogan bizanîbûya kurdên xwefiroş ewê li dijî vê biryarê rabin, ewê dev ji hevalbendiya wî berdin, biryareke wiha nedida.

Lê mêrik zane ew çi bîne serê kurdan jî, bêxîretên hevalên wî dîsa jî ewê dev ji hevaltiya wî bernedin. Evy ek cesaretê dide Erdogan û çeteyên dora wî.

Yê ne sondxwarekî neyarê kurdan be nabe hevalê rejîmeke hewqasî irqçî, antî-kurd.

Banga HDPê di twîtterê da belav kiriye û ji bo wê dikin 7 muebetê bidin Salahedîn Demirtaş û hevalên wî ev e :

”Li Kobanê rewş pir krîtîk e. Ji bo protestoya êrîşên DAÎŞê û ambargoya hukûmeta AKPê ya danîye ser Kobanê protesto bikin, em dixwazin gelê me dakeve kolanan û piştgiriyê bide kesên li derve ne.”

Dik ji bo vê twîttê cezayê 7 muebetê, yanî cezayê hetanî mirinê bidin Selahedîn Demirtaş û hevalên wî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE