10 augusti 2023

Di rojên teng da pişta xwe bispêre ya çiyayekî asê ya jî mêrekî çê

Roj li dereke xerab li me çû ava. Di rojên deng da meriv ya berê xwe dide çiyayekî asê ya jî mêrekî çê.

Çiyayê me yê asê hene, me pişta xwe daye wan, lê me ji bindestiyê û zulmê xelas nakin, me ji topbaran û bombebaraên neyaran xelas nakin, ji me ra mêrekî çê jî lazim e, ji bo ku em pişta xwe bispirinê.
Ew jî me tu carî nedîtiye.

Tirkiyê û Îranê welatê me li me kirine cahnimeyeke rastîn.


Milyonek esker, pûlis û cendirmeyên tirk ne bes bû, bi hezaran çeteyên erebên îslamî li wan zêde bûn, wan jî berra canê me didin.

Ji alîkî da ew li Efrînî, li Serê Kaniyê digrin ser malên kurdan, li aliyê din jî Tirkiye bi droneran li vir û li wirê Kurdistanê wasiteyan bombebaran dikin, xwîna kurdan diherikînin.

Roj li dereke pir xerab li me çûye ava, em ketine feqeke pîs. Lê qey ev roj jî ew derbas bin. Dawiya dengasiyê firehî ye, şev çiqasî tarî û dirêj be jî roj hiltê.

XXX

Ji avê ra gotine:

-Avê çima deng ji te tê?

Avê keserek kûr kişandiye, gotiye:

-Ji ber ku hevalê min kevir e.

Di medyaya sosyal da em pir dikin qîrîn û hawar, carnan dikevin gewrîya hev.

Çimkî derdê me pir e, dijminên me xedar in û rêberên me jî ne li hev in.

Ma deng ji me neyê, qey ewê ji alman û hollandiyan bê?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE