10 augusti 2023

Protestoyeke hêjayî pesin û teqdîrê

Xortekî bi navê Ferîd Azad li Amedê pêşengiya tevgerege, serîhildaneke, protestoyeke pir muhîm û di cî da kirine.

Hêvî dikim numûneyên wiha zêde bibin, li gelek der û bajarên din jî tevgerên wiha çêbibin.

Ferîd Azad li Amedê karkerekî teksitîlê ye. Gotiye li kargehên teksitîlê di dema kar da ji sibê hetanî êvarî bi dengekî bilind muzîk tê lêxistin.

Di nabêna ra carnan muzîka kurdî bidin ser jî, lê bi piranî muzîka tirkî ye.


Yanî li bajarekî  Kurdistanê, li kargeheke kurdan, ji karkerên kurd ra muzîka tirkî tê lêxistin. Kurd di mala xwe da li muzîka tirkî gudarî dikin.

Ferîd Azad, xortê bi xîret li dijî vê rabûye, gotiye em muzîka tirkî naxwazin, dibê hûn muzîka kurdî bidin ser.

Xwediyê fabrîqê demekê serî li wan gerandiye, gelek qal û qîl û behane nîşan daye, lê Ferîdê bi xîret ji ya xwe nehatiye xwar, gava dîtiye gotin pere nake, den ji kar berdaye.

Li ser vê, xwediyê fabrîqê dev ji xapandinê berdaye, xwe avêtiye dexlê Ferîd, gotiye were kar, ji nuha û pê da emê muzîka kurdî lêxin.

Yanî biryardarîyê, israrê, protestoyê netîce daye, bi ser ketiye. Li kargehê êdî ewê dengê muzîka kurdî bilind bibe.

Dibê meriv vê daxwazê ji qahwexane û pastexaneyan jî bike, li her derê doza axaftina kurdî û muzîka kurdî bike.

Ez vê liberxwedana Ferîdê hêja û hevalên wî, yên piştgirî danê bi dil û can pîroz dikim. Karekî pir hêja û baş kirine, bûn numûneyeke pir baş.

Dibê partiyên me, komeleyên me, ronakbîr û siyasetmedarên me jî tiştên wiha bikin, milet teşwîqî axaftina kurdî, gudarîkirina muzîka kurdî bikin.

Vê bûyerê jî nîşan da heger her kurd di kurdî da israr bike, li dijî tirkî û muzîka tirkî rabe kane netîceyeke baş bigire.

Milet, mişterî, bikir çi bixwaze bazar ewê li gorî wê bigere. Yanî ji bo ku zimanê şarçî û bazarê bibe kurmancî-zazakî di destê kurdan da ye. 

Mesele erz û taleb(daxwaz) e, taleb çi be, erzê jî, xizmetê jî li gorî talebê, daxwazê bigere.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE