Abûqatê Selahattîn Demirtaş, Mahsûnî Karaman gotiye, ji ber twîttekê ewê 7 caran cezayê muebetê, yanî 7 caran cezayê hetanî mirinê bidin Selahedîn Demirtaş.
Erdogan hewqasî neyarê miletê kurd e dilê wî bi muebetekê rehet nabe, emrê 7
muebetan daye hakim.
Ji ber ku nikaninDemirtaş û çend kurdan îdam bikin, biryara 7 muebetan dane.
Tu ferqa vê mahkimê ji mahkimeya nazîyan tuneye.
Lê mêrik zane ew çi bîne serê kurdan jî, bêxîretên hevalên wî dîsa jî ewê dev ji hevaltiya wî bernedin. Evy ek cesaretê dide Erdogan û çeteyên dora wî.
Yê ne sondxwarekî neyarê kurdan be nabe hevalê rejîmeke
hewqasî irqçî, antî-kurd.
Banga HDPê di twîtterê da belav kiriye û ji bo wê dikin 7 muebetê bidin
Salahedîn Demirtaş û hevalên wî ev e :
”Li Kobanê rewş pir krîtîk e. Ji bo protestoya êrîşên DAÎŞê û ambargoya hukûmeta
AKPê ya danîye ser Kobanê protesto bikin, em dixwazin gelê me dakeve kolanan û
piştgiriyê bide kesên li derve ne.”
Dik ji bo vê twîttê cezayê 7 muebetê, yanî cezayê hetanî mirinê bidin Selahedîn
Demirtaş û hevalên wî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar