Kalikê wî neviyê(torinê) xwe kiribû himêza xwe pê şa dibû. Lêwik ji nişka ve ji kalikê xwe ra got:
-Kalo, tu kanî çavên xwe bigire ?
Kalo got:
-Ji bo çi delalê min?
-Diya min dibêje, roja kalikê te çavên xwe bigire emê pir zengîn bibin. Ewê ji
min ra telefoneke iPhone bikire.
Ferqa ehmeq û zîrek
Xort ji mamostê xwe pirsî:
-Mamoste, ferqa nabêna ehmeqan û zîrekan çi ye?
-Ehmeq (kesin)pir ji xwe bawer dipeyivin. Zîrek şuphedar in
-Mamoste, tu emîn î?
-Erê, sedîsed.
Ewladê bi xêr
Xortê ji xwe razî ji bavê xwe pirsî:
-Bavo, meriv bavê ewladekî bi xêr û jîr be, gelo tiştekî çawa ye, meriv çi his fike?
Bavê got:
-Ma ez çi zanim lawê min, here ji kalikê xwe bipirse?
Tu kî yî ?
Du tirk çaxa radibin hev, xwe li hev radikşînin, şer dikin,
yek ji yê din ra bi hêrs dibêje:
-Law(kuro) tu kî yî?
Yê din jî wek dîkekî xwe digijgijîne, dibêje:
-Law tu kî yî?
Fena ku hevdu nas nakin, dixwazin hevdu nas bikin. Du heval
bin jî vê pirsê ji hev dikin:
-Law tu kî yî?
Li dinyayê tenê tirk di şer da dixwazin hevdu nas bikin.
-Law tu kî yî?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar