Rûniştina li hewşê xweş e. Berî baran dest pê bike em dikin herin gerra xwe
temam bikin û werin.
Îsla dara me ya gula sor pir comerd e, ya gula sipî nexweş
ket, mir. Ez bi nexweşiya wê nazanim.
Dibê herim bi florîstekê bişêwirim. Çend
gulên biçûk fekirine lê li ber ya sor ne tu tişt e. Dara gula sor her sal ji ya
gewr comerdtir e, gulên sor tim zêde ne.
Min du sê risim girtin, lê ez ne hoste me, nizanim rismên xweş bigirim.
Ez dibêjim hûnê jî ji van gulên sor hez bikin.
XXX
Kurdistan ji germa dişewita, li Stockholmê guvîna bê û xumîna baranê ye.
Saet 14.00 ye, baranê dest pê kir. Ezman qelişî, baraneke pir zirp dibare, dinya reş û tarî bûye. Meriv newêre derkeve der, li asîmanan binêre.
Stockholm wiha ye, ge roj dertê, ge dibe xumîna baranê û gurrîna tavan.
Hemşerîyekî min wê rojê ji derdê germê kevir davêt ji rojê
da, digot haho, haho, rojê, bes e, te em şewitandin.
Li Diyarbekrê lampeyên trafîqê ji germê helîya bûn. Jixwe
Hewlêr ji himamê jî xerabtir e.
Min bikanîbûya minê hinek baran û hinek jî hewa sar bişanda
Kurdistanê.
Lê nabe, ji destê min nayê. Lê hemşeriyên min bizanibin dilê
min bi wan ra, dengê hawara wan min pir diêşîne, lê ez çi bikim tiştek ji destê
min feqîrî nayê.
Tu çi bikî jî hin însan naguherin, tim wek xwe ne. Yanî
kurmê şîrî heta pîrî.
Mar postê xwe diguhere, xuyê xwe, qerekterê naguhere. Mar
tim wek mar dimîne. Însanên mar jî hene.
XXX
Tiştekî pir xerîb re, her ku wext derbas dibe li dinyayê
gelş û xerabî zêde dibe, li welatê me jî însanên rind kêm dibin, yên pîs, yên bêheysîyet,
yên bêşeref, xwefiroş, dost û piştgirên dijmin zêde dibin.
Li her derê xerabî û xerab zêde dibin.
Sal bi sal, xwezî bi par
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar