Akademîsîyesn, nivîskar û rojnamevan Mehmet Altan di cotmeha 2014a da di malpera T24 da li ser liberxwedana Kobanê û şerê gernas û şepalên Kobanê nivîseke pir
xweş û tarîxî nivîsiye.
Nivîs min nuh dît û hin beşên wê wergerand kurmancî. Min got dibê ev nivîs bi kurdî jî hebe, kurdên bi tirkî nizanin jî dibê vê nivîsê bixwînin.
Li ser liberxwedana Kobanê û bi taybetî jî li ser qehremeniya xezalên, keçên çavbelek û gulîsoran analîzeke xweş, hêja û tarîxî ye.
Hêvî dikim kêfa we jê ra were…
”Modela nuh ya
Rojhilata Navîn: Kurd
Mehmet Altan
Ji ber ku zulimkarên kurdan, yên li kurdan zulmê dikin musilman
in, lema jî bû sebebê kurd wek filistîniyên bi yahûdiyan ra şer dikin li
Rojhilta Navîn destegê nebînin.
Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê tim nehîştin kurd derkevin pêş. Tim mohra ”terorîstên” li dijî dewletên xwe li kurdan xistin.
Kobanê, du tabloyên bi bandor bi hev ra pêşkêşî dinyayê kir.
Ya rastiyeke yekem siyasî û leşkerî bû.
Tu dewleteke musilman nikanîbû pêşketina Daîşê rawestîne, ya jî ranewestand, kurdên ”laîq” bi canfîdayiyeke mezin rawestandin.
Ya duyem jî bi qasî cesaretê, di dîtinê da jî çîroka şerekî bi bandor bû.
Keleş di destan da, porê bi gulî, rûgeş, jinên gernas(qehreman) yên çavronî bajarên xwe, dewletên xwe, malbatên xwe bi canfîdayî diparastin û bêyî ku çavên xwe ji mirinê bukutin dimirin.
Li hemberî leşkerên Daîşî yên bi şimik, rîdirêj, prîmîtîv,
devbixwînên serî jê dikirin, jinên rûgeşên wêrek, cesûr…
Ew jin bûn sembola Kobanê û dinyayê jî bêyî terdut li kêlek wan jinan cî girt.
Ew jin bûn sembola Kobanê û dinyayê jî bêyî terdut li kêlek wan jinan cî girt.
Rojekê dema ev herb qediyan gerîlayên jin ewê vegerin malên
xwe. Ji wan tecrûbeyên xwe, ji wan îmtîhanên zahemet yên jê derbas bûn, piştî
ku gelek caran canên xwe xistinê tahlûkê, ewê dîsa tevî jiyanê bibin.
Ewê malên wan, mêrên wan, cîranên wan û karên wan çê bibin. Ewê ev jin ne li malên xwe, ne li karên xwe careke din ji alî mêran ve tu carî biçûk neyên dîtin, li hemberî van jinan mêr ewê nikanibin dengê xwe bilind bikin, ewê nikanibin jiyanê fêrî van jinan bikin.
Ev jin ewê evîndar bibin, ewê hurmetê nîşanî van jinan bidin.
Di ser da ev jin ne yek e, ne dudu ne, ne sisê ne, bi sedan in, bi hezaran in.
Urf û adetên Tirkiyê, yên Rojhilata Navîn ewê tarûmar bibin, jiyaneke nup û nû, şiklên têkiliyên nup û nû ewê çê bibin.
Mêrên Rojhilata Navîn yên meyildarên diziyê, bêrêtiyê, sistiyê jin çi ne ewê bibînin.
Ya din, mêraniyê jî ewê ji van jinan fêr bibin.
Jiyan ewê li van deran biguhere.
Heta demeke nêz Tirkiye welatê modelê Rojhilata Navîn bû.
Musilman, laîq, di rêya demokrasiyê da, zengîn dibe, welatekî namzetê Yekîtiya Ewrûpayê bû.
Erdogan bi zilamên xwe ra dev ji laîqiyê û demokrasiyê berdan, sunîtî kirin nasnameya xwe, bi Daîşê ra ketin nava têkiliyên her alî.
Di hundur da derbasî rejîmeke totalîter bûn.
Ji Rojava dûr ketin.
Di rêya faşîzmê da lezandin.
Bi îxtîrasa xelîfetiyê şerê bi hemû cîranan ra, beyanên serokkomar yên wek Îdî Aamîn Tirkiye di demek kin da ji tedawila welatê modelbûnê derxist.
Li Rojhilata Navîn ji xwe tu welatekî dinê bibe model jî tuneye.
Kurd, li Kobanê wek miletekî li Rojhilata Navîn kanin bibin gelekî model derketin ortê.
Kurd bi mêr û jin wek
civatekê bi hev ra micadele didin.
Li Rojhilata Navîn him di nava gelên din da û him jî di rastiyê da derketin pêş.
Jinên kobanî ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn bûn ”model”, ez wiha difikirim.
Di civatên din da jin biçûk tên dîtin, di malên wan da tên hefskirin, hebûn û girîngiya wan tê înkarkirin, kurdan jin mezin kirin.
Bi taybetî li Kobanê ew xistin refên herî pêş, nava yên herî egîd, herî gernas.
Li Rojhilata Navîn kurd bûn miletê herî bêtir bi hurmet jinê silav dikin. Hurmeta ji jinê ra nîşana pêşketinê ya herî muhîm e.
Kurdan ev yek di demeke wiha da kirin Tirkiye ji pêşketinê dûr dikeve, li Rojhilata Navîn dibe welatê mêrên sunnî.
Dibê em bibêjin ev ji bo kurdan bû demeke tarîxî.
Belkî tarîx bi vê yekê ra bû alîkar, lê ya rast kurdan jî ev fersend baş bi kar anîn.
Her çiqas Erdogan dibêje ”na, nabe, tu carî nabe”, lê Amerîkayê dîsa jî alîkariya çekan da Kobanê û li hemberî Daîşê piştgirî da kurdan.
Ev jî tê wê maneyê Amerîka piştgiriya vê modelê dike.
Jinên egîd di nava gelê kurd da pir in.
Ji ber ku kurd li Rojhilata Navîn yekîtiya jin û mêran qebûl dikin gelên cîhanê bi dil û can piştgiriyê didin wan.
Kurd bi Kobanê daketin saha dinyayê, di hemû medyaya dinyayê
da cî girtin.
Kurd bi vê rola xwe ewê li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî ji bo jinên Rojhilata Navîn bibin model.
Li alîyekî Kobanê kurd kirin ”gelê model”, li aliyê din jî qadeke nuh ji wan ra vekir.
Îmkana dewletbûnê bi dest xistin.
Nuveya Kurdistaneka mezin li Bakurê Îraqê Barzanî nikanîbû çê bikira, li Kobanê PKKê û PYDê çê kir.
Hemû kurd li Kobanê hatin ba hev, li gel destpêkê dudilî kir jî lê dû ra mecbûr ma leşker şand wir.
Di ser da hemû cîhana Rojava li ba wan e.
Li Rojhilata Navîn jî hemû hêzên demokratîk destegê didin wan.
Li Rojava Erdogan û Davutoglu bi siyaseteke mixenetî li hemberî kurdan piştgirî dan Daîşê. Tirkiyê bedelê vê yekê pir giran da, rola xwe ya li Rojhilata Navîn da kurdan.
Qewet û îmkanên Tirkiyê wek dewlet kane nuha ji ya kurdan zêde be, lê belê serdestiya psîkolojîk sedîsed di destê kurdan da ye.
Modela Rojhilata Navîn êdî ew in.
Li Rojhilata Navîn gelê ku hêzên demokrat piştgiriya bidê, bide dû, texlîd bike êdî kurd in.
Piştî ku Tirkiyê dev ji ”welatê model” berda li Rojhilata Navîn bêyî kurdan tu civateke din ya bibe model tuneye.
Li ser siyaseta kurdan ya Tirkiyê hin tespît û dîtinên cuda hebin jî lê tiştekî dibê meriv jê bawer be heye:
Kobanê û jinên qehreman yên Kobanê tarîxa kurdan û rola wan
ya di tarîxê da guhert.
Kobanê ne ji bo kurdan tenê, ji bo Rojhilata Navîn jî êdî mîladeke.”
Tirkiye nivîsa Mehmet Altan
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar