Merivekî pir zengîn û gelk çikûs, tima hebû. Ji bo ku her
kesî jê ra digot çikûs pir aciz dibû, nedixwest kes wer bibêje.
Rojekê rabû çû ba zana û aqilmendê bajêr û gazinê milet pê kir, got:
-Ji çi her kes ji min nefret dike ez fêm. Erê ez ne yekî destvekirî me û malê xwe belav nakim, lê belê min soz daye, min gotiye piştî ez mirim, ezê qismekî mal û milkê xwe, serweta xwe wek xêr û xêrat li feqîr û hejaran belav bikim. Her kes viya zane, lê milet dîsa jî ji min heza neke.
Rîsipiyê zana bîstekê bêdeng ma û dû ra jê ra got:
-Ezê ji te ra çîrokekê bibêjim, çîroka berêz/xenzîr û mangê…
Merivê çikûs got:
-Temam, bibêje ez benî.
Rîsipiyê zana dest bi çîroka xwe kir:
-Rojekê, berazekî di êxur da gazinên xwe bi manga(çêleka) cîrana xwe kir û jê ra got:
-Ez fam nakim ji bo çi însan ji min hez nakin û ji te pir hez
dikin. Însan tim bi başî qala te dikin, di heqê da tim çê dipeyivin. Erê tu şîr
didî wan, ji rêxa te, ji goşt û çermê te fêdê dibînin. Ji bo wê ji te razî ne û
pesnê te didin. Lê belê ez jî gelek tiştan didim wan. Ez jî goştê xwe didim
însanan, ji postê min jî sol(qondere)û tiştên din tên çêkirin.
Firçeyên herî
baş ji mûyên min tên çêkirin. Ji bo çi însan hîn jî ji min hez nakin û navê min
tim bi nebaşî bi lêv dikin ez fêm nakim?
Mangê bîstekê bala xwe daye berêz û dû ra jê ra got:
-Tu van tiştan hemûyan piştî mirina xwe didî însanan, ez di saxiya xwe da didim wan, ji ber wê ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar