Li gorî 30-40 sal berê kurd pirtir û zûtir asîmîle dibin û
her kes jî êdî vê rastiyê qebûl dike.
Di warê asîmîlebûnê û axaftina tirkî da da gurûba,
katagoriya herî bêtêr gazin jê tê kirin keç û jin in.
Hema hema her kes dibêje li gorî lawikan, keçik bêtir asîmîle bûne, ew ji lawikan bêtir bi tirkî dipeyivin.
Hindik be jî lawik dîsa bi hev ra bi kurdî dipeyivin, lê
keçik bi hev ra bi kurdî napeyivin û naxwazin bipeyivin.
Min ev yek ji devê gelek kesan bihîstiye û xwendiye.
Çavdêriyên gelek kesan jî vê îdîayê teyid dike.
Di medyaya sosyal da jî meriv vê ferqa di nabêna keçik û
lawikan da dibîne, lawik ji keçikikan bêtir bi kurdî dinivîsin.
Di nava keçikan da jî keçikên zaza ji yên kurmanc bêtir
asîmîle bûne. Hindik bin jî keçikên bi kurmancî dinivîsin dîsa hene, lê yên bi
zazakî dinivîsin hema, hema tunene, heger hebin jî çend hebin.
Yanî bi qasî ez dibînim keçên zaza ji keçên kurmanc bêtir
kêfa wan ji tirkî rat ê, bêtir asîmîlasyon qebûl kirine.
Di malpera Rûdawê da vîdeoya daweteke kurdên şêxbizinîyên
Anadoliya Navîn heye. Navê gund Sindiran e.
Dawet eynî wek dawetên kurdên
Kurdistanê ye, urf û adet eynî ye. Xwarin tê dayin û li ber def û zurnê govendê
digerînin.
Di vîdeoyê da tiştekî bala min kişand.
Li gund kal û pîr, xort bi kurdî zanin û çend kes bi
muxabirê Rûdawê ra bi kurdî dipeyin.
Zava jî bi kurdî dipeyive û hestên xwe bi devoka xwe ya
şêxbizinî tîne zimên. Kurdiya wî mikemel e.
Lê bûk bi kurdî napeyive, bi tirkî bersîvê dide.
Ya bi kurdî nizane, ya jî zane lê naxwaze bi kurdî
bipeyive.
Sebeb kîjan
be jî pir xerab e.
Ev numûne
jî nîşan dide îdîa û çavdêriyên keçik bi kurdî napeyivin, naxwazin bipeyivin,
li gorî lawikan bêtir asîmîle bûne rast e.
Yanî kes
bêbextiyê û buhtanan li keçikan û jinan nake, ew teslîmî tirkî bûne.
Baş e li
hemberî vê rewşê dibê meriv çi bike?
Yek, dibê
meriv vê rewşê aktuel bike, li ser bipeyive, civîn û konferansan çêke û li wan
guhdarî bike.
Keç û jinên
bi kurdî (kurmanc, zazakî)î zanin dibê di vî warî da pêşengiyê bikin.
Ya din dibê
meriv bi keçikên bi kurdî zanin ra tu carî bi tirkî nepeyive û bi tirkî bersîvê
nede mesaj, twîtt û e-mailên wan.
Û pêşniyara
min a dawî jî dibê xort bi keçikên bi kurdî nizanin, kurdî napeyivin ra
NEZEWICIN.
Bêguman keç jî dibê bi xortên kurdî nizanin ra nezewicin.
Ez zanim ev pêşniyareke pir radîkal û ekstrem e, lê wekî din
jî çare tuneye.
Gava xortek bi keçikeka naxwaze bi kurdî bipeyive ra
bizewice him xortê li mala xwe mecbûrî axaftina tirkî bibe û him jî zarokên wan
ewê asîmîle bibin.
Lema jî yê dixwaze zarokên wî bi kurdî(zazakî,
kurmancî)mezin bibin dibê bi keçeke bi kurdî zane û bi kurdî dipeyive ra
bizewice.
Keça bixwaze bi xortekî kurd ra bizewice dibê bi kurdî
bipeyive.
Ez viya ji bo xortan jî dibêjim.
Ev dîtina min ne nuh e, ev 30 sal in ez viya dibêjim û
diparêzim.
Di parastina zimanê me da rola pîrekan(jinan) esas bû, bi
saya jinan, dayikan zimanê me heta parastin, ji bo ku ew bi zarokên xwe ra bi
kurdî peyivîn kurdî nemir û hat gihîşt roja îro.
Wer xuya dike kurdî ewê bi destê jinan jî bimre.
Wek min got, kurdî bi xêra jinan heta nuha ma, nuha jî ewê
bi destê wan bimre. Asîmîlasyona bi destê keçan û jinan dibe ji ya dewletê
gelkî xerabtir e.
Ji ber wê jî dibê meriv mesela keç û jinan ya axaftina bi tirkî
pir cidî bigre û bi keçên kurdînizan ra nezewice.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar