Îro barana dinyayê li çoleke Xwedê saetekê bi ser min û
xanimê da barî.
Te digot belkî asîman qelişiye, bi kûzan baran ji asîmanan bi ser me da dihat xwar.
Baraneke hewqasî bi zirp û him jî herî kêm saetekê dom kir, qet nayê bîra min.
Gava em saet li dora 14.30î ji mal derketin roj hebû û hewa pir xweş bû û li asîmanan ewrê baranê jî xuya nedikir. Me got diya xweş e, emê herin bîstek ji xwe ra bigerin.
Lê belê hesabê mal û derve li hev dernekt, em bi halekî pir xerab vegeriyan mal.
Lê piştî ku em 3-4 km ji mal dûr ketin, ewrên reş û tarî li ser serê me kom bûn û baranê dayê.
Li ser riya me çend dar hebûn lê ji me ra nebûn star, me dît baran nasekine, her ku diçe zêde dibe.
Û wext jî êdî danê êvarê bû.
Lema ji mecbûrî me berê xwe da malê. Li her derê aşît rabû.
Heta em gihîştim
mal, em şil û pil bûn, bûbûn wek meriv bi kincan ajnê bike.
Lê macare xweş e.
Meriv carnan şil bibe xweş e
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar