13 oktober 2026

Ferqa payiza welatê min û ya Stockholmê

Payiza gundekî Kurdistana Rojhilat

Li Kurdistana Bakur payiz ne tenê demsaleke nuh û guherîna siruştê ye, di eynî wextê da demsala kar û xebata giran e, wexta amadekariyên zivistanê û danîna zexîrê ye. Li beşên din ên Kurdistanê jî kêm, zêde eynî tişt e.

Jinên me yên fedekar zend û bendên xwe vedimalin û dest bi haziriyên zexîra zivistanê dikin.

Ava firingiya, ava îsota tê derxistin, penêrê zivistanê tê dagirtin, dano tê kelandin, bulxur tê hêran, kodikên bacanan tê derxistin. Bacan, firingî, bamî, îsot hişk dibin.

Welhasilî kelam, bermalî, jinên fedekar payizê pir wehîd in, ji kar û bar nikanin serên xwe buxrînin.
Malbatên xwedîrez, êmîş û şîraniyên salê, bastêq, benî, mewîj, gûz, turşî, zeytûn û gelek tiştên ji bo zivistanê din hazir dikin.
Di dema me da wiha bû, hîn jî wiha ye ya na nizanim. Li bajarên mezin belkî rewş hinekî guherî ye, hin tişt êdî çênabin, lê li qezayên biçûk û gundan ev adet hîn heye. Her malbat zexîra xwe ya zivistanê datîne. Dibê her tişt li mal hebe.
Yanî payiz li Kurdistanê demsala haziriyên zivistanê ye.

Payiza Stockholmê

Lê li Stockholmê payiz ne wek ya Kurdistanê ye. Ji ber ku siruşt cihê ye kes zexîra zivistanê danayne. Ji dêlî wê, dema gerra li parkan, li daristanan û topkirina kakivîlkan e.

Li Swêd daristan, dar pir in, payiza Stockholmê demsaleka zêrîn e. Ji ber ku ji sisiya yekê Swêd daristan e, di vê mehê da Stockholm sor û zer dibe, bajar wek tabloyeke rengîn, pir xweşik xuya dike. 

Di eynî wextê da dema kakivîlk(kuvarkên)rengo rengo ye, însan li parkan, li daristanan belav dibin, sepetên wan di milên wan da kakivîlkan top dikin. Hewa paqij û honik e, roj zû diçe ava, dema tarîtiyê dest pê dike.

Payiza Bexçeyên Efselê yê Amedê

Ez ji demsala payizê pir hez dikim û dixwazim li Kurdistanê bim. Lê îsal nebû qismet. Înşela sala bê payizî ezê li Kuristanê bim. Payiz, demsal hejîran, hinaran û tirî ye. Lê ilim jî hejîr, pir jê hez dikim.

Carnan ji xwe ra dibêjim, xwezî nuha li Wêranşarê, li Amedê, li Rihayê, li Mêrdînê bûma û min têr hejîr,hinar û tirî bixwara.

Li vir em ji van fêkîyan mehrûm in.

Carnan hinarên baş tên, lê hezîr û tirîyê şîre, sorgul tuneye. Hejîr kerrik in, tirî jî mehek berê ji mêwî jêbûye.

XXX

Tirkekî gotiye:

-Fistiq ji Îranê, reşreşk ji Sûrîyê, goşt ji Sirbîstanê, ka ji Bûlgarîstanê, toxim ji Îsraîl tê.

Ecêba giran, wezîrê ziretê jî ji Tiirkiyê ye.

Fistiq, genim, ka û goştê heye jî yên kurdan in, ne kurd bin ewê tunebin.

Tirk elimîne hazirlopê û jîrên sextekarîyê ne.

XXX

Hey gidî dinya derewîn û xemrevîn, 16 sal berê, piştî 30 salên sirgûnê û hesreta welêt, vegerîyame welatê xwe û ez û xanim çûne tewafa Gorra bavê nasyonalîzma kurdî Ehmedê Xanî.

Ez ji kêfa gerra li welêt serxweş û mest im, wê salê em pir gerîyan.

Sipas ji bo Facebookê îro ev gerra me anîua bîra min.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar