Di 12 û 13ê mehê da li Hewlêrê Foruma MERÎ(Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn) çêbû. Hinekan pesnê wê dan, hinekan jî program awê, axaftinên hin kesan rexne kirin.Baregeha Barzanî jî naveroka, temsîlîyeta Forumê rexne kir, gotin tu têkilîya Forumê bi wan ra nîne.
Wek gelek kesan gotin, Forum bi kesên başdar bûbûn û bi axaftinên wan bi rastî
jî rezalet bû.
Ji Kurdistana Bakur û Rojava bêyî hevalên Evdila Ocalan kes
behatibû ezimandin.
Ji bo dilê meleyên Îranê neyê hîştin ji Kurdistana Rojhilat jî kes nehatibû
ezimandin.
Forum bû platforma reqlama Evdila Ocalan û hevalên wî û dilxweşkirina Tirkiyê û
Îranê. Kesên tu têkilîya wan bi temsîlîya kurdan ra tuneye wek nûnerên kurdan
peyivîn.
Baregeha Barzanî temsîlîyeta Forûmê rexne kir û ev beyan belav kir:
”Bi navê Xwedayê mezin û dilovan Di derbarê birêveçûna foruma MERI ya 2026-ê li
bajarê Hewlêrê de, cihê mixabiniyê ye ko vê forumê îsal nekarî bi awayekî hêja
di vexwendina mêvan û panelên xwe de piralîbûna siyasî biparêze û beşdariya
aliyên siyasî yên beşên din ên Kurdistanê li ber çavan negirt. Di dîdareke wiha
girîng de diviyabû nûnertiya doza gelê kurd li beşên din ên Kurdistanê bi
beşdariya hemî aliyan reng vedabûya. Ev cure muamelekirin bûye sedema
dilgiraniya xelkê têkoşer û resen yê beşên din ên Kurdistanê û dibe sedema
kûrkirina berbelavbûn û dubendiyê di navbera ewladên gelê Kurdistanê de. Em
hemî aliyan jî agahdar dikin ko foruma MERI hîç peywendiyek bi me re nîne.
Baregahê Barzanî 13-ê çiriya-yekê ya 2026-ê”
Rexnekirina Mesûd Barzanî baş e, lê gelo bi rastî haya wî ji programa Foruma
MERÎ tunebû, her tişt bêhaya wî çêbû?
Ez bawer nakim haya Mesûd Barzanî ji programê û ji kesên hatibûn ezimandin
tunebe; ew ji binda ji programê bêhay be. Hêvî dikim di vê texmîna xwe da ez şaş bim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar