▼

15 oktober 2026

Li ser Foruma MERÎ

Di 12 û 13ê mehê da li Hewlêrê Foruma MERÎ(Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn) çêbû. Hinekan pesnê wê dan, hinekan jî program awê, axaftinên hin kesan rexne kirin.Baregeha  Barzanî jî naveroka, temsîlîyeta Forumê rexne kir, gotin tu têkilîya Forumê bi wan ra nîne.

Wek gelek kesan gotin, Forum bi kesên başdar bûbûn û bi axaftinên wan bi rastî jî rezalet bû.
Ji Kurdistana Bakur û Rojava bêyî hevalên Evdila Ocalan kes behatibû ezimandin.

Dîyar e ji bo ku dilê Erdogan nehêlin û tenê reqlama Evdila Ocalan bikin kesên ne hevalên projeya Erdogan- Bahçelî û Ocalalan li dervaya hîştibûn.

Ji bo dilê meleyên Îranê neyê hîştin ji Kurdistana Rojhilat jî kes nehatibû ezimandin.
Forum bû platforma reqlama Evdila Ocalan û hevalên wî û dilxweşkirina Tirkiyê û Îranê. Kesên tu têkilîya wan bi temsîlîya kurdan ra tuneye wek nûnerên kurdan peyivîn.

Baregeha Barzanî temsîlîyeta Forûmê rexne kir û ev beyan belav kir:

”Bi navê Xwedayê mezin û dilovan Di derbarê birêveçûna foruma MERI ya 2026-ê li bajarê Hewlêrê de, cihê mixabiniyê ye ko vê forumê îsal nekarî bi awayekî hêja di vexwendina mêvan û panelên xwe de piralîbûna siyasî biparêze û beşdariya aliyên siyasî yên beşên din ên Kurdistanê li ber çavan negirt. Di dîdareke wiha girîng de diviyabû nûnertiya doza gelê kurd li beşên din ên Kurdistanê bi beşdariya hemî aliyan reng vedabûya. Ev cure muamelekirin bûye sedema dilgiraniya xelkê têkoşer û resen yê beşên din ên Kurdistanê û dibe sedema kûrkirina berbelavbûn û dubendiyê di navbera ewladên gelê Kurdistanê de. Em hemî aliyan jî agahdar dikin ko foruma MERI hîç peywendiyek bi me re nîne.

Baregahê Barzanî 13-ê çiriya-yekê ya 2026-ê”

Rexnekirina Mesûd Barzanî baş e, lê gelo bi rastî haya wî ji programa Foruma MERÎ tunebû, her tişt bêhaya wî çêbû?
Ez bawer nakim haya Mesûd Barzanî ji programê û ji kesên hatibûn ezimandin tunebe; ew ji binda ji programê bêhay be. Hêvî dikim di vê texmîna xwe da ez şaş bim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar