Rî dibe bihost, dijmin tu carî nabe dost. Ji tarîxa xwe em vê rastî baş zanin. Bi bawerîya min kane tilîya tirkan di rakirina heykelê Selahedînê Eyûbî el kurdî da hebe.
Erebên çete, neyarên miletê kurd heykelê Selahedînê Eyûbî ji ber Kela Şamê
rakirine. Her roj dîtina heykelê serokekî kurd bi erebên îslamî pir zor hatiye,
çimkî ew heykel mezinahîya kurdan tîne bîra wan.
Li paytexta wan hebûna heykelê
kurdekî wan diêşîne.
Gotine me ji bo tamîrkirinê rakiriye, piştî temam bû, emê deynin ciyekî din.
Bi ereban pir zor tê kurdekî ew ji bindestîyê rizgar kirin,
Quds ji Xaçparêzan girt, da wan. Nuha jî heykelê wî radikin.
Ereb şerm dikin ji nav wan mêrekî wek Selahedînê Eyûbî
derneket, ev yek di dilê wan da bûye birîneke bêderman.
Lê dibe ku tiliya tirkan jî di vê da hebe.
Çimkî tirkan gelek heykelên kurdan, sîmbolên wan rakirin. Tirk tehamulî tiştên wiha nakin.
Tirk naxwazin eserekî, navekî, heykelekî kurdan bîne bîra însanan hebe.
Ji bo wê jî ciyên gorrên
kurdên îdamkirine jî nabêjin, hestiyên wan nadin kurdan, ji bo ku gorrên wan
tunebin û kurd neçin ser.
Di navbera salên 2016-2022ya da, piştî tayînkirina qeyûman hemû heykel, abîde û bustên
serok, rewşenbîr û sembolên kurdan gişk rakirin, rûxandin.
-Heykelê Ehmedê Xanî, li Bazîdê di hezîrana 2017a da ji aliyê qeyûm ve hate rûxandin.
-Peykerê Cegerxwîn, li Batmanê, li parka ”Kî ne Em” di
hezîrana sala 2022a da ji aliyê qeyûmê beledîyê ve hate rakirin.
-Peykerê Orhan Doğan, li Cizîrê ji aliyê qeyûm ve hate
rakirin.
-Peykerê Uğur Kaymazê 12 salî, bi 13 guleyan hatibû kuştin, li
navçeya Qoserê di hezîrana sala 2017a da ji aliyê qeyûm ve hate rakirin
-Abîdeya Roboskî, li Amedê li Parka Kayapinarê ji bo
bîranîna 34 kesên di komkujiya Roboskî da hatibûn kuştin, di meha 12a ya sala
2017a da ji aliyê qeyûm ve hate rakirin.
Miheqeq hinên din jî hene. Ji bo wê jî ez dibêjim di rakirina heykelê Selahdenînê Eyûbî da jî kane tiliya
tirkan hebe, wan zext dabe ser çeteyên xwe, gotibin vî heykelê Selahedînê Eyûbî
yê bi heybet rakin.
XXX
Li Sûriyê bi hezaran ereb li Hesekê û li hin derên din, bi
rismên Seddam Husên daketine kolanan û kurdan bi qetlîamê tehdît dikin. Hêzên
hukûmetê, entegrasyoncîyên me bêdeng in, li gefên ereban temaşe dikin. Kurd
newêrin ji malên xwe derkevin.
Dawîya entegrasyînê, yanî berhema teslîmîyetê ev e. Dema
kurd ne desthilat bin, bêsîleh bin ereb ewê wiha bikin. Rewş pir krîtîk e, dibê
entegrasyoncî midaxele bikin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar