20 oktober 2026

Keştîya bêlenger tim qeza li ser

Gerek meriv ne zêde tahl be, ne zêde şîrîn be.
Dibê meriv ne hewqasî tahl be her kes jê bireve, ne jî hewqasî şîrîn be her kes tiliya xwe tê da ke.

Şîreteke baş e, xweş e, lê bicîanîna wê, lihevragirtina wê zor e. Û ya din jî ji hin kesan ra meriv tim tahl e, zelindar e. Tu çi karê baş bikî jî tu tim xerabo yî. Çimkî tu li defa wan naxî, çimkî tu nabî mirîdê serokê wî.

XXX

Keştîya/gemîya bêlenger timî qeza û bela li ser.
Sîyaseta serokên, partîyên xwedî hêz wek keştîya bêlenger e, nizanin berê wan bi ku da ye, diherin ku?
Sîyaseta wan çawalêhatoye, lê bi piranî jî xwe ra xera dikin, ji dijmin ra baş dikin.
Yek bûye heval û aqilmendê tirkan, tiştên kurdan di 12 salan da li Kurdistana rojava bi dest xistibûn, ya rast bûbûn dewleteke ne resmî, bi fêlbazî ji kurdan girt, kurd dîsa kirin bindest. Lê gelek kes hîn jî piştgiriyê didin vê keştîya bêlenger, hîn jî ji vî merivê hevalê dijmin ra li çepikan dixin.

XXX

Dema gur golika yekî dixwe, cîran gişk li golikên xwe miqate dibin.

Guran golik û pez bi me va nehîştin, 150 sal in golik û pezên me dixun. Lê dîsa jî em li "golikên" xwe miqate nabin, kerîyê me bê şivan e, garana me bê gavan e, lema ew tim nêçîra keftar û guran e.

XXX

Çavê dijminê xwe nas neke, bira birije.

Hin sîyasetmedar û serokên me ne tenê dijminê xwe yê herî talûke, herî xedar nas nakin, di ser da bûne dost hevalên wan.

Xeta xwar ji gayê pîr da ye. Gayê pîr bi xwe diçe ber nîr. Gayê me yê pîr çû ber nîrê dijminê herî har.

XXX

Got, sêwîyan(êtîman) roja eydîyê têr xwarin, ew jî pê verşîyan.

Ji me ra di tarîxê da carê li hev hat, li Kurdistana Başûr û Rojava em ji bindestîya ereban xelas bûn, lê ji ber xwelîserîya serokên me ew jî ji me ra nema. Kurdistana Rojava çû, Kurdistana Başûr jî li ber çûnê ye. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar