18 oktober 2026

Li Fransayê herb e, her der dişewite !


Demeke li Fransayê herb e, Fransa dişewite. Do li Parîsê û li hin bajarên din protestoyên pir mezin û tund çêbûn. Li gorî daxuyaniyên fermî zêdetirî 550,000 kes daketin kolanan, der û dor şewitandin, dikan, mixaze talan kirin.
Protestoyên do wekî yek ji tundtirîn rûdanên dawî tên qebûlkirin.
Protesto nêzî mehekê ye ji aliyê xwendekarên lîseyan ve hatibû destpêkirin. Xwendekaran bi hinceta kêmasîya mamosteyan, qelebalixîya sinifan û xerabîya binesazîyên dibistanan dest bi protestoyê kirin.

Di dawiya vê heftê da xebatkar, sendîkayên karkeran, tevgerên çep û tevgera "Êlegên Zer" jî tevlî xwendekaran bûn. Bi vî rengî, daxwazên xwendekarên lîseyan veguherî protestoyeke sîyasî li dijî hukûmetê û bûhabûna jiyanê.
Ji destpêkê da xwendekar ne tenê bûn, koçberên biyanî, hêzên îslamî, hêzên çep, çeteyên ereb û rişikan jî xwe tevî xwendekaran kirin û şer desxistin, bajar talan kirin. Li Fransayê tim wiha dibe.
Hêzên çep, çeteyên ereb, filistînî, koçber xwe maske dikin û şer derdixin, dest bi şewatê û talanê dikin.
Li gelek herêmên Parîsê dikanên telefonan, mixazeyên kincan û zincîreyên supermarketan hatin talankirin.
Li bajarên Bordeaux dikanên luks (mîna Louis Vuitton) hatin rûxandin û talankirin.

Li Parîsê bi sedan wesayît û avahî hatin şewitandin. Bûyera herî mezin li bajarê Limogesê qewimî. Xwepêşanderan agir berdan Qesra Dîrokî ya Beledîya Limogesê.Qesir ji kok da hedimî. Avahîyeke tarîxî, 143 kevn bû. Li bajarê Lyonê jî ofîsa tûrîzmê hat şewitandin.

Li gorî beyanên resmî, zêdetirî 1200 kes hatin binçavkirin, herî kêm 150 pûlis û cendirme jî birîndar in.
Her çiqas bûyeran bi protestoya xwendekarên lîseyê dest pê kiribe jî, protesto tavilê guherî serîhildana koçberan, îslamîstan, hêzên çep û reşikên ji jiyana xwe ne memnûn. Li Fransayê belkî li dora 25-30 mîlyon koçber, ereb, xerîb, afrîqî hene. Jimara xerîban pir zêde bûye. Vê jimara zêde ya xerîban gelek gelş û problem peyda kirine. Di her protestoyeke biçûk da çeteyên bêjar, koçber, reşik û erebên li dijî Fransayê tevê dibin û bûyer mezin dibin.
Lê ev yek bi Fransayê tenê ne sînorkirîye, gelek welatên din jî, Îngiltere, Almanya, Belçîka, Hollanda, Îspanya, Îtalya, Swêd jî di devê topê da ne, li van welatan jî ewê bûyerên wek yên Fransayê û hîn mezintir rû bidin. Jixwe wa ye li Belçîkayê, li Îtalya û li Îspanyayê dest pê kiriye. Bi qebûlkirina koçberîya zêde, bi taybetî hêzên îslamî û afrîqî Ewrûpa Rojava ji konfilîktan dikele, li gelek welatan kane bûyerên ji yên Fransayê mezintir rû bidin.
Hêzên îslamî li her welatî him bûne, him jî pir bi organîze ne, her tim kanin bûyerên mezin derxînin.
Li gelek welatan nufûsa misilmanan, reşikan hewqasî zêde bûye, demografî hatiye guhertin. Ev yek dibe sebebên bêkarîyê û gelek gelşên din û di her teşxeleyeke biçûk da diteqe, pir mezin dibe.
Welhasilî kelam, ewrûpîyan mala xwe şewitandine, bi destên xwe ji xwe ra gelşên mezin peyda kirin, xelasbûna ji van gelşan pir zor xuya dike. Ez talîya Ewrûpa Rojava baş û ronî nabînim.
Li Ewrûpa îro, bi xurtbûna îslamîstan ra bêyî yahûdîyan jiyana me kurdan di talûkê da ye. Li her dera misilman, hêzên îslamî lê xurt bin ji me kurdan ra xerab e. yê yahûdîyan dewleta wan heye, kane wan biparêze, yê me kurdan kesê me biparêze tune ye; ereb, tirk, faris û hevalên wan ewê rehetîyê nedin me .

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar