10 oktober 2026

Nawal El Saadawî: ”Ez ne marksîst im, çimkî min berhemên Marks xwendin.”

Nawal El Saadawî:1931-2021
Dibistana Marksist a li Amedê îro(10/10-26) li Amedê civîneke bi navê Rojên Marksîzmê çêdike. Li gorî agahîya parve kirine, ewê marksîzmê, dewletê û çima kurd nebûne xwedî dewlet minaqaçe bikin. Di nava me da hîn jî kesên marksîst, kesên dîktatoriya proleteryayê û sosyalîzmê diparêzin hene.
Çimkî Partîya Komunîst a Kurdistanê heye, parlamenterê DEM partîyê Sînan Çîftyurek serokê wê ye. Li Diyarbekrê jî dibistana marksîzmê vekirine. 
Yanî hindik bin jî kesên marksîst û Karl Marks dihebînin, fikrên wî, teorîyên wî diparêzin hene. 

Ez jî berê marksîst bûm, zêdeyî 30 salî ye min dev jê berdaye, êdî îşê xwe ji van îdeolojîyên biyanî naynim; îdeolojîya min kurdperwerî ye, nasyonalîzma kurd û Kurdistanê ye.

Karl Marksê me ew wek fîlozofekî xalis-muxlis, pir û pak, wek milyaket zanîbû, gelo di jiyana xwe ya şexsî da merivekî dirist bû, gelo bi rastî jî yekî pak û bi exlaq bû?
Nivîskar û psîkyatrîsta misrî Nawal El Saadawî(1931-2021) ne di wê bawerîyê da ye, di warê diristî, exlaqî da rexneyên giran li Karl Marks digre, dibêje Marksê îdeolog û teorîsyenê karkiran û yê rastîn ne wek hev bûn.

Di sala 2018a da, rojnamevanekî di hevpeyvînekê da ji nivîskara misrî Nawal El Saadawîyê pirsîye:
-Çima tu ne marksîst î?
Nawal El Saadawî gotiye:
”Ez ne marksîst im, çimkî min berhemên Marks xwendin. Gelek kesên marksîst in Marks nexwendine. Min ew xwend. Ji ber wê jî ez ne marksîst im.
Ez ne dîndar im, çimkî li ser dîn xebitîm. Tu li ser dîn çiqasî lêkolînê bikî, tu yê ji dîndarîyê hewqasî dûr bikevî.
Tu Marks çiqasî tetkîk bikî, tu yê ji Marks hewqasî dûr bikevî. Çimkî tu yê kêmasî û qusûrên terorîyên wî bibînî.
Tu dizanî, di ser da Marks bi xwe jî ne Marksîst bû.

"Ez li jiyana taybet a fîlozofekî dinêrim. Ez ji durustiyê hez dikim. Ez nikanim bawerî bi fîlozofekî bînim behsa edaletê dike, lê di jiyana xwe ya taybet da li dijî jina xwe ne dilovan e û zarokê xwe qebûl nake.Marks bi xwe xwediyê zîhniyeteke pir patrîyerkal bû.

Heta zarokekî wî yê derveyî zewacê jî(Frederick Demuth)hebû. Û li hemberî jina xwe(Jenny Westphalen)xwe jî bêhurmet bû.
Ez ferqê naxim navbera jiyana taybet û jiyana resmî. Ez wiha dikim...”

Karl Marks: 1818-1883
Karl Marks bi xizmetkara xwe Helene Demuth ra raze ye, jê lawek çêkiriye û tu carî meaş nedaye. Helene Demuth bi salan, bi nanzikê daye xebitandin.

Yanî Heleneya bi salan belaş, tenê ji bo cîh û xwarinê xizmeta malbata malbata Marks kiriye.
Marksê kesên çep û komunîst(min jî) ew wek merivekî pir û pak, milyaket zanîbû, ne merivekî hewqasî pak û bi exlaq bûye.
Dema xanima wî ne li mal bûye, bi xizmetkara xwe Helene Demuth ra razeye, ji jinikê lawikek (Frederîck Demuth)çêbûye û ji bo ku navê wî xera nebe ev mesele veşartîye, lawik jî tu carî resmî qebûl nekiriye.
Engels bavîtiya lêwik girtiye ser xwe, gede daye malbetekê.
Saadawî dibêje, gerek jiyana fîlozofekî ya şexsî û terorîya wî li hev bike. Wê li ba Karl Marks ev îstîkrara teorî û praktîkê ya exlaqî, moralî nedîtiye, lema jî nebûye marksîst.
Marks, li hemberî xanima xwe Jenny jî qebe û bêhurmet bûye, wek mêrekî kurd yê wê serdemê hereket kiriye. Û em bi salan bûn heyranê merivekî wiha, me ew wek însanekî ewlîya texmîn dikir.
Yê me 50 sal berê bû, wê demê em xort û bêtercube bûn. Lê wa ye hîn jî yên dev ji teorîya Marks bernedane, yên hîn jî wî wek merivekî numûne, rêber, îdol qebûl dikin hene û li Diyarbekrê li ser wî konferansan didin.
Ji dêlî li ser tarîxa xwe, li ser edîb û mezinên xwe konferansê bidin, Marks bi kurdan didin naskirin.
Bi bawerîya min dibê di konferanê da ne tenê qala Marksê teorîsyen, dibê qala Marksê bi xizmetkara xwe ra razaye, jê zarokek çêkiriye û zarok jî tu carî resmî wek lawê xwe qebûl nekiriye, ev mesele bi dizî hîştîye. Marksê xizmetkara xwe bi salan bi nanzikê da ye xebatinadin, li hemberî xanima xwe wek axayekî hereket kiriye. Dibê qala vê jiyan û şexsîyeta Karl Marks jî bikin, dibê însan vî alîyê Karl Marks jî bizanibin.

Me bi salan, bi van teorîyên vala, ne li gorî me mala xwe şewitand, gelek zirar da xwe. Ji dêlî em pêşîyên xwe, mezinên xwe, edîbên xwe, tarîxa xwe û xwe baş nas bikin, bi ciwanên xwe, bi miletê xwe bidin naskirin, me wexta xwe, enerjîya xwe da teorî û îdeolojîyên vala û ji bo wan em bi hev ketin.
Me ji bona Marks, Lenîn, Stalîn, Mao, Enwer Xoce neyartîya hev kir, me ji hev kuşt. Ji ber komunîstbûnê me xelk ji xwe dûr xist, bi komunîstiya xwe me karê merivên xerab û yê dewletê rehettir kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar