31 maj 2024

Havîn zû hat Stockholmê


Stockholm bûye Amed, Riha, 25 derece germ e. Havîna me zû hat Stockholmê.
Gîha û hoşiba hewşa me çongekê dirêj bûbû, bûbû porê dînan. Min çinî, dûzanek dayê, hinekî berbî hev hat.

Lê hîn neqediya ye, dibê em hawirdora xwe baş şirt bikin û kursiyên havînê bicî bikin. Hêdî hêdî, bi derbekê da nabe.
Me îro çû kulîkên Pelargon kirîn, axa me berê bû.
Me kulîlkên xwe xistin qutîkên wan û li ber derî,  pacan bicî kirin. Hewş bêyî kulîlk nabe, gul û çîçek xeml û şûxa hewşan e.

XXX

Medyaya sosyal platformeke ecêb bi fêde ye. Wek neynikekê ye. Însanên baş û xerab, kesên kamil, maqûl û sûtal û çeqelan nîşanî meriv dide, bi meriv dide naskirin.
Di vê mecrayê da şîrheram, bêwefa, sûtal, çeqel pir in, ya rast dibê meriv hevza xwe ji wan bike, danekeve mistewa wan. 

XXX

Serketina hin însanan zû qurre û pozbilind dike. Keda hindik, kara zêde hin kesan fahş û şaş dike

Her tişt di hemdê xwe da baş e, xweş e. Tiştê xerab bêedebî, fahşî ye, dibê meriv hevza xwe ji bêedeban bike.

XXX

Dar çiqasî dirêj, bilind bibe ba hewqasî riya xwe pê dixe.

Dara fêkî dide yên kevir davêjin jê da pir in.

Xwelî li wî serî be her kes jê hez bike, dijminên wî tunebin.

Însan di heft saliya xwe da çi be, di heftê saliya xwe da jî ew e.

Kurmê şîrî heta pîrî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE