08 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -86-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-04-08

Bi şev min telefonî Husên Aksaç kir, li ser kongreya Federasyonê pê ra hinekî sohbet kir. Got milet axaftina te a kongreyê ecibandiye. Çend kesan ji min ra jî gotin axaftina te baş bû.
Di vê nabênê da ji min ra got Ednan Karadg ji Fransayê hatiye, ev çend roj in li mala Aslan Kaya ye.


Min got wele haya min ji hatina wî tuneye. Lê pir eyb kiriye haya min pê nexistiye. Heger ez bçûyama Fransayê minê miheqeq telefonî wî bikira, bixwesta wî bibînim. Lê madem nexwestiye ez bi hatina wî bihesim, ezê jî telefonî wî nekim.

XXX
1987-04-08

Min li ser axaftina Hemreş Reşo ya di Kurdistan Pressê da nivîsek nivîsî. Heyder Diljen jî li ser mesela perê abûqatê Şêxmûs Cibran û 1000 kronê min ji malbatên Mistefa Kiliç û Siracetîn Kirici ra şandibû tiştek nivîsîye.
Ev herdu nivîs jî ji Komîteya Ewrûpa û ji Polît Buroya partiyê ra hatin nivîsîn.

Ez çûm qursa soranî, 3 kes tenê hatin. Mamoste got ez bi 3 kesan dom nakim, lema ders nede.
Yanî qursa me bû derew. Xwezî dom bikira, ezê soranî hinekî fêr bibûma.
Lê derdê min fêrbûna elîfbeya erebî ye. Di zaroktiya xwe da ez çûme xocê, min Quran û Mewlûda Kurmancî jî xwendiye, lê min ji bîr kiriye.
Xoca min jinek bû, nivîs nizanîbû, me xwendin wek risim ezber dikir. Nivîs nîşanî me dida me ew nivîs ez ber dikir.
Lema em nivîsandinê fêr nebûn. Ji bo wî jî min kanîbû Quran bixwenda lê nikanim nivîsên bi herfên erebî bixwînim. Hin herfan nas dikim lê nikanim bixwînim.

XXX
1997-04-08
Cenazeyê Alpaslan Turkeş îro rakirin. Jê ra merasimeke pir mezin çêkirin. Heger ne derew be, li gorî îdîayên hin kanalan li dora 2 milyon kes tevî merasima cenazeyî wî bûne.
Ji serokkomar bigire hetanî bi wezîr û serokên hemû partiyan giş tevî merasimê bûn û qedrekî pir mezin danê. 
Dibêjin hukûmetê 7 hezar pûlis wezîfedar kiribûn. Wek di her warî da tiştan mezin dikin, ev merasim jî pir mezin kirin, Turkeş bi asîmanan xistin. Tu nema bibêjin ewlîya ye, pêxember e.
Rast, çep, sosyal demokrat, dîndar, ne dîndar, partiyên cihê, yên li dijî wî îro giş di merasima cenazeyê wî da bûn. Ferqîyeta nabêna wan giş fasa fîso ye, gişk dê û dotên hev in.

XXX
1999-04-08

*Azad bi otobozê îro çû gereke yanzde rojan. Esas qurseke bi navê ”Alpresûr” ya rêberiyê ye.Ewê herin Berlînê, Pragê, Salzbûrgê û Wenedîgê. Gelkî kêfa min hat ji bo ku xortekî 23 salî diwêre muracaetî karekî wiha bike.

Min digot ji ber giraniya zimanê xwe ewê ji karê wiha xwe kef bike. Giraniya zimanê xwe, ji xwe ra wek handîkapekê nebîne pirr baş e. Ya din jî ev cara pêşî ye bi tena serê xwe ji Swêd derdikeve.

*Îro jî li Geverê li hember waliyê Hekariyê întîxareke bi bombe hat kirin, şufêrê walî mir û heft kes jî birîndar bûn. Lê walî bi xwe bi birîneke sale(sivik) xelas bû.

Bes qumandarê alayê, ez bawer dikim gotin bînbaşî ye, giran e, rakirin Anqerê. Ev sê çar car in şansê wan heye, tim walî xelas dibin û hin kesên bêguneh dimirin.

Di vir da meriv wer fêm dike naxwazin zirarê bidin kesên sivîl, xelkê bêguneh, tenê berê xwe didin hedefên leşkerî û berdevkên dewletê yên dereca yekê.

Baş e ew wek filistînîyan nakin, heger wan jî fena filistîniyan bikira nuha bi sedan kes hatibûn kuştin.

XXX
2013-04-08

Fatma Savcî xanimê ji min ra kitêba xwe ya dawî, ”Risika Morîkan” şandiye. Ez gelkî kêfxweş bûm. Çendakî berê me yê li Stokcholmê hev û du bidîta lê li hev nehat. Wa ye îcar bi posteyê şandiye. Ez gelkî spasî wê dikim.

Min Fatma Savcî bi helbestên wê nas kir û ez ji helbestên wê gelkî jî hez dikim.
Di helbestên wê da evîna Kurdistanê, ya çiya û xwezaya Kurdistanê û hesreta azadiyê bêsînor e, di her gotin û rêza helbestên Savcîyê da meriv ji çiya û baniyên Kurdistanê qîrîn û hawara azadiyê, kurdino werin me rizgar kin dibihîze.

Berî binivîsînim min çîroka "Ristika Morîkan" navê wê li kitêba xwe kiriye xwend. Nav, çîrok be jî ziman helbestî ye. Fatma Savcî çi binivîsîne jî heta ew dil di qefesa wê da be, helbest ewê tu carî terka wê neke...

XXX
2013-04-08
Ji Mistefa Ozçelîk ra

Merheba ji we hemû hevalan ra,
Hevalên hêja, gelek spas ji bo vexwendina ya civîna 27-28-ê nîsanê. Heger şertên min misaîd bûya ezê bi kêfxweşî bihatama civînê. Lê mixabin îmkana ku ez bikanibim wê rojê werim tuneye.
Lê dibê hûn bizanibin ku dilê min bi we ra ye. Ez hêvî dikim ku di civînê da hûnê biryarên li gorî hewcedariyên îro ku bikanibin rê li ber xebat û têkoşîna gelê me veke bigrin.
Ji nuha da ez ji we hemû dost û hevalan ra serkeftinê dixwazim; dibê hûn her tim min wek dost û hevalekî xwe bizanibin.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar