26 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -102-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1985-04-26

Çûm şîna partiya Samî Abdurehman. Îraqê 13 endamên partiyê yên ji Ewrûpa vegeriyabûn girtin û îdam kirin. Bi hawakî ketibûn kemînê.
Wahşeteke mezin e, meriv nikakene bawer bike. 13 kes bi hev ra îdam kirine.
Li şînê hevalên Samî belavokek dan min, xwestin ez ji wan ra textîlo bikim. Min belavok bir ji wan ra nivîsî û roja din jî bir li şînê teslîmî wan kir.
Lê nivîsîna belavokê hinekî bi macere derbas bû...

Dema min belavok dinivîsî bekçiyê bînayê(vaktmastare)derî digre û dihere malê û ez jî di hundur da mam. Min telefonî pûlis kir, pûlis hat ez ji hundur derxistim.

XXX
1996-04-26

Ji vêsê da ye êşa çavê min û serê min dîsa dest pê kiriye. Erê serê min tim diêşe lê ne bi vî rengî. Çavê min ê rastê bûye wek gola xwînê.

Lê ya xerab min soz daye Abid Dundar emê bi hev ra herin Armancê. Ji mecbûrî piştî kar ez û Abid çûn wir. Em bîstekê rûniştin. Mumtaz(Nîmet Aydin) hat silav neda min û çûn hundur. Ez matmayî mam, min tiştekî wiha ji Mumtaz nedipa.
Dûra Faîz û Faris jî rabûn çûn hundur û hatin. Ez dibêjim belkî çûn  jê ra gotin çima te silav neda Zinar. Bîstek derbas bû Mumtaz hat silav da me. Ji Faris deng dernediket. Birê Lokman Polat çend caran çû hat.

Sidîq Bozarslan
li wir bû. Vana bûne xwediyên Armancê yên nuh û li ser keda me rûniştine.

Min bi Faîz (Nîhat Saganda)ra hinekî sohbet kir. Bi Sidîq û yên din ra hema hema qet nepeyivîm; me tenê merheba da hev.

Mumtaz jî piştî çend deqîqeyan rabû çû hundur oda Armancê. Dûra ez û Abid jî rabûn. Em li dora saetekê rûniştin, lê atmosfereke ne xweş bû.
Ez çer gihîştim mal, min parîyek nan kir ber dilê xwe û xwe avêt ji nav nivînan da.

XXX
1997-04-26

Akin Bîrdal û çend kesên din ji bo civînekê hatine vir. Îro civînek çêkirin. Ez çûm, min lê gudarî kir.
Dûra guhdar û berpirsiyarê Akin Bîrdal û hevalên wî anîbûn bi hev ketin.
Mîhrî Bellî û çend kesên din bela xwe di Îsa dan. Tevlihevî çê bû. Kesên pir çep bûn, tiştê derî qeweta xwe digotin. Bi dostî û hevaltiya kesên wiha em li zirarê ne, ne li karê ne. Ji kesên wiha tu xêr nagihîje tevgea kurd a netewî.

 XXX
2000-04-26

Partiyên Meclîsa Tirk gişan li ser namzediya serokê Mahkima Qanûna Esasî ji bo serokkomariyê li hev kirin.

Ez bawer dikim ev cara pêşî ye partiyên meclîsê hemû li ser namzediya serokkomarekî wiha li hev dikin.

Bi ya min li gel vê jî ev tifaqa wan bi min pirr xerîb nayê. Çimkî wan emir û daxwaza eskeran bi cî anîne.

Lê tiştê xerîb piştgirya HADEPê bû!
Min qet fêm nekir HADEP çima wek Ecevît û partiyên din ji vî mêrikî ra li çipikan dixe. Bi kêmasî divê tifiqa hemû partiyan li ser wî, ew bidana fikirandin!

Heger dewlet û bi taybetî jî esker baweriya xwe baş pê neanîna, heger tam ne amin bûna mêrik sedî sed merivê wan e ewê ew wek namzed nîşan nedana.

Îcar merivekî ne li dijî sîstem û siyaseta dewletê ya nuha be ez fêm nakim çima kurd ewê jê ra li çepikan xi?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar