Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-04-26
Çûm şîna partiya Samî Abdurehman. Îraqê 13 endamên partiyê
yên ji Ewrûpa vegeriyabûn girtin û îdam kirin. Bi hawakî ketibûn kemînê.
Wahşeteke mezin e, meriv nikakene bawer bike. 13 kes bi hev ra îdam kirine.
Li şînê hevalên Samî belavokek dan min, xwestin ez ji wan ra textîlo bikim. Min
belavok bir ji wan ra nivîsî û roja din jî bir li şînê teslîmî wan kir.
Lê nivîsîna belavokê hinekî bi macere derbas bû...
XXX
1996-04-26
Ji vêsê da ye êşa çavê min û serê min dîsa dest pê kiriye.
Erê serê min tim diêşe lê ne bi vî rengî. Çavê min ê rastê bûye wek gola xwînê.
Lê ya xerab min soz daye Abid Dundar emê bi hev ra herin Armancê. Ji mecbûrî
piştî kar ez û Abid çûn wir. Em bîstekê rûniştin. Mumtaz(Nîmet Aydin) hat silav neda min û
çûn hundur. Ez matmayî mam, min tiştekî wiha ji Mumtaz nedipa.
Dûra Faîz û Faris jî rabûn çûn hundur û hatin. Ez dibêjim belkî
çûn jê ra gotin çima te silav neda
Zinar. Bîstek derbas bû Mumtaz hat silav da me. Ji Faris deng dernediket. Birê
Lokman Polat çend caran çû hat.
Sidîq Bozarslan li wir bû. Vana bûne xwediyên Armancê yên nuh û li ser keda me
rûniştine.
Min bi Faîz (Nîhat Saganda)ra hinekî sohbet kir. Bi Sidîq û yên din ra hema hema qet
nepeyivîm; me tenê merheba da hev.
Mumtaz jî piştî çend deqîqeyan rabû çû hundur oda Armancê. Dûra ez û
Abid jî rabûn. Em li dora saetekê rûniştin, lê atmosfereke ne xweş bû.
Ez çer gihîştim mal, min parîyek nan kir ber dilê xwe û xwe avêt ji nav nivînan
da.
XXX
1997-04-26
Akin Bîrdal û çend kesên din ji bo civînekê hatine vir. Îro
civînek çêkirin. Ez çûm, min lê gudarî kir.
Dûra guhdar û berpirsiyarê Akin
Bîrdal û hevalên wî anîbûn bi hev ketin.
Mîhrî Bellî û çend kesên din bela xwe
di Îsa dan. Tevlihevî çê bû. Kesên pir çep bûn, tiştê derî qeweta xwe digotin.
Bi dostî û hevaltiya kesên wiha em li zirarê ne, ne li karê ne. Ji kesên wiha
tu xêr nagihîje tevgea kurd a netewî.
Partiyên Meclîsa Tirk gişan li ser namzediya serokê Mahkima
Qanûna Esasî ji bo serokkomariyê li hev kirin.
Ez bawer dikim ev cara pêşî ye partiyên meclîsê hemû li ser namzediya
serokkomarekî wiha li hev dikin.
Bi ya min li gel vê jî ev tifaqa wan bi min pirr xerîb nayê. Çimkî wan emir û
daxwaza eskeran bi cî anîne.
Lê tiştê xerîb piştgirya HADEPê bû!
Min qet fêm nekir HADEP çima wek Ecevît û partiyên din ji vî mêrikî ra li
çipikan dixe. Bi kêmasî divê tifiqa hemû partiyan li ser wî, ew bidana
fikirandin!
Heger dewlet û bi taybetî jî esker baweriya xwe baş pê neanîna,
heger tam ne amin bûna mêrik sedî sed merivê wan e ewê ew wek namzed nîşan
nedana.
Îcar merivekî ne li dijî sîstem û siyaseta dewletê ya nuha be ez fêm nakim çima
kurd ewê jê ra li çepikan xi?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar