Wexta suhorê bû, ji kalê torî pirsîn, gotin:
-Seyda, tu dibê meriv di suhorê da çi bibêje, nêta rociyê
çawa bike?
Kalê torî got:
-Dibê berê meriv zikê xwe baş têr bike, dûra jî bibêje, ”ya
Rebî, ji te ve eyan e, heger min kanîbû ezê rociya xwe bigrim, na heger min
nikanîbû ezê bixum û dûra jî avê di devê xwe werde û rakeve.”
Dua nayê bîrê
Kamûran Înan piştî dev ji siyasetê berda dest bi zikir û
îbadet û nimêjê kir. Pênc wext nimêja xwe dikir, bûbû sofiyekî temam. Rojekê li
ser nimêjê kir nekir tu dua nehat bîrê. Ji mecbûrî silav da û ji xanima xwe
Yasemînê ra got:
-Yasemîn, ez dikim nakim tu dua nayê bîra min.
Yasemînê got:
-Kamûran, ez ketime bextê te, tu yê duayek çewt nekî û YÊ li
jor jî nekî dijminê me. Jixwe li jêr te dost ji xwe ra nehîştiye., te kurd giş
kirine dijminên xwe.
Kemîn
Mêrik rocî nedigirt. Hevalên wî bela xwe tê dan, jê pirsîn:
-Te îsal çend roj rocî girt?
Mêrik fikirî, fikirî, got:
-Min hîn negirtiye. Min kemîna xwe daniye, ez li bende me.
Veşartin bêfeyde ye
Ji Mistoyê gêj pirsîn, gotin:
-Kuro ji bo çi tu gav û seetê ehmeqiya xwe nîşanî xelkê didî?
Misto hinekî fikirî, got:
-Ma bi veşartinê ewê çi feyde bigihîje min ?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar