15 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -92-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

XXX
1987-04-15

*Miracaeta diya min a wîzeyê hat, min dagirt û şand. Min bêriya wê kiriye. Diya min di nava zarokên xwe da ez dibêjim herî bêtir ji min hez dike, yanî ciyê min li ba wê pir cihê ye. Ez û wê ji zimanê hev fêm dikin. 

*Min nivîsa quncikê xwe "Sitriyên me" hazir kir. Ev du jimar in ez di vî quncikî da bi navê Lawikê Berrîvanî dinivîsim.


XXX
1996-04-15

Ji ciyê karê min Margaretha Ferenzî xanimê 50 saliya xwe pîroz dikir. Em çend kes dawet kiribûn, em çûn mala wê.
Yekê ji min ra got, 50 saliya te jî pir nemaye. Min got ez roja bûyinê pîroz nakim. Pîrozkirina rojên wiha ji bo zarokan xweş e, pê kêfxweş dibin.

Min bi henek got, ya din jî gava meriv salekê kaltir û pîrtir dibe dibê meriv xemgîn bibe, çimkî em hinekî din jî nêzî dawiya jiyana xwe dibin, ne rast e meriv pîroz bike û pê kêfxweş bike.

Xanimekê got rast e, pîrozkirina her sal ne şert e, lê pîrozkirina salên wek 50, 60, 70î dibê meriv pîroz bike û ez jî dikim. Got bi minasebeta van salan meriv merivên xwe dibîne. Di pîrozkirina 50 saliya xwe da min herdu birayên xwe dîtin. Nuha ez 57 salî me, sê salên din ezê 60 saliya xwe pîroz bikim, ji bo ku careke din birayên xwe na bibînim.

Ew jî û herdu birayên wê jî li Stockholmê dimînin, lê ev 7 sal in hîn hevdu nedîtine, di pîrozkirina 60 saliya xwe da ewê hev bibînin.
Em û ew ji hev çiqasî dûr in, civat, kultur ecêb in, meriv matmayî dimîne. Şertên maddî û sosyal şikil dide însanan…

XXX
1999-04-15

*Îro herdu jimarên kovara War ên dawî (5, 6-7) ji min ra hatin. Wê rojê Firat Cewerî ji min re gotibû derketiye û nivîsa te tê da ye. Lê min texmîn nedikir ewê ji min ra bişînin. Mala wan ava be, wa ye ji min ra şanndinine.

Min nivîsa xwe hîn nexwendiye, nizanim tu guherandin tê de çêkirine yan na.

*Min ji Hesenê Metê hevpeyvîna Mihemed Uzun ya di rojnama Millîyetê derketibû, xwestibû. We ye şandiye.

Di vê hevpeyvîna xwe da jî dîsa dibêje min romana kurdî xuluqandiya, bêyî min kes tune ye û barek qurretiyên din kirine.

*Nêta Mûrad Ciwan heye nivîsekê li ser binivîse, lema jî ji min hin tişt xwestin. Jixwe hinekî ji bo wê min hevpeyvîna wî ji Hesenê Metê xwest. Ezê sibe ji Mûrad ra bişînim.

*Hesenê Metê gotibû Ferhat Şakelî jî di rojnama Dagens Nyheter da quretî û înkara Mihemd Uzun rexne kiribû, gotibû tiştê tu dibêjî yek jî ne rast e. Ji bo ku ez wê nivîsê ji Şakelî bixwazim min telefonî wî kir, ne li mal bû.

*Ez îro pirr westiyayî me, li hewa di xew ra diherim. Med-Tvê jî tune ye û li kanalaên tirkan jî qet nayê nêrîn. Ya baş ewe herim serê xwe deynim.

XXX
2014-04-15

Eyûb*, birayê ezîz, ji min û ji Abdulkadîr Îzol gelek silavên biratiyê. Abdulkadir Îzol nuha li stockholmê ye. Me nuha bi hev ra navroj xwar û me qala te kir.

Min pirsa te jê kir, got yaho Eyûb hevalê min e û ez gelkî jê hez dikim. Got were emê bi hev ra herin gund ba wî…
Yanî mîvanên te ne ez û xanim tenê ne, haziriya Abdulkadir Îzol jî bike…
Ew û biraziyê xwe Keya Îzol çûn derekê û ez jî hatim kar.
Gelek silavên biratiyê.
Di orta meha temûzê da ezê li wan deran bim. Dema ez hatim ezê telefonî te bikim

*Eyûb Karageçîlî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar