07 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -85-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1999-04-07

Weqfa Kurdî yanzde telebeyên din ji bo xwendina zimanê kurdî anîne Swêd, Stockholmê. Weqf karekî pir baş dike, hêjayî teqdîrê ye.

Ji bo ku ew û hin kurd, ya jî nivîskarên kurd hevûdu nas bikin, Komeleya Nivîskaran li aşxaneyekê civîneke hevnasînê çêkir. Ez jî çûm.

Min dixwest xortên hatine nas bikim, bi wan ra hinekî sohbet bikim. Gişan baş xuya dikirin. 

Yekî Batmanî got min nivîsên te yên bi navê striyên me derketine hemû xwendine û dibê ez tezekê li ser wan binivîsînim. Kêfa min hat. Min telefona xwe dayê, ewê dûre li min bigere.

 

XXX
1999-04-7

Li Edenê balafira diçû hecîya bîne ket, ji şeş muretebatên têda kes xelas nebû, her şeş jî mirin. Li gor hawê ketinê û gotinên kesên şahid bîna sabotajê jê tê. Lê di vî warî da hîn tiştekî bi cî tuneye. Belkî bi rastî jî qeza be.

 

XXX
1996-04-07

Hewa îro jî pir xweş e. Ez û Salim Çelîker têra dilê xwe li Stockholmê gerîyan. Li çayxane û aşxaneyên berberoj ciyê rûniştinê tunebû.

Bi taybetî li ciyên ber avê milet pê li serê hev dikir. Ruh ne tenê bi xwezayê da, bi însên d ajî hatiye.

Tiştekî ecêb e, îro hema hema her kes rûliken e, keç û xirtan li her derê serên xwe dabûn ser hev û hevdu hêdî hêdî, bi nazik û nazdarî mizdidan û dûra jî bi evîndarî û nazikî maç dikirn.

Li Swêd wexta bihar tê, hewa xweş dibe keç û xort, însan wek pisikan qirnewykî dibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar