Rojekê quling li qeraxa çemekî bi wan çîpikên xwe yên dirêj û zirovokî di nav avê da ji xwe ra li dû nêçîrekê bû.
Masiyên çem yên bi
ber çavên wî diketin giş biçûk bûn, bi wan qayil nedibû, kîjan didît digot
biçûk e, nedixwar. Ji xwe ra digot:
-Ji bo min şerm e ez van masîkên biçûk ên wek kurmikan bixum.
Wiha got û li masiyên hinek mezintir gerîya. Hinekên piçekî mezintir dîtin, lê
bi wan jî qayil nebû, ji xwe ra got:
Bi vî hawî pir gerîya, kîjan masî dît pê qayil nedibû, digot ez viya naxum, dibê ez masîyekî mezintir bibînim.
Lê dawiya dawî masîyên bi çûk jî nedît û pir jî birçî bûbû, bi gerrê ji taqet da ketibû. Şeytanokek bi ber çava ket, bi lez nikilek lêxist, daqultand, bi wê zikê xwe têr kir û dûr aji xwe ra got:
-Xwezî min hewqasî qurretî û pozbilindî nekira, min qîma xwe bi wan masiyên biçûk bianiya, ew ji şeytanokê xweştir bûn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar