Û kurdên ”serxetê” yanî kurdên Kurdistana bakur jî bi qasî ku hewceye destê alîkariyê dirêjî van birayên xwe nakin. Hukûmeta başûr alîkariyê nake.
Tiştên tê gotin û nivîsîn çi qasî rast in, çi qasî ne rast in ez nizanim, lê piştî ku hewqas kurdên welatparêz ev hewqas roj in dikin gazî û hawar, wê demê tiştê tê gotin rast e. Kurdên bakur û hukûmta Kurdistana Federe têra xwe alîkariya kurdên rojava(kurdên binxetê) nakin.
Bi rastî ji bo me kurdan şerm û eybeke pir mezin e ku em bi girseyî û bi hemû îmkanên xwe di vê roja teng da ji van birayên xwe ra nabin alîkar û naçan hawara wan.
Îro, roj roja xîretê ye, dibê her kurd, her rêxistin û dezgeha kurd miheqeq here alîkariya kurdên birayên xwe. Ev, wezîfeyeke me ya exlaqî, însanî û kurdayetiyê ye.
Di rojên wiha zor û teng da dirêjkirina destê biratiyê û alîkariyê hestên netewî û baweriya yekîtiyê, nêzikbûnê li ba însanan xurt dike, wek ferdên miletekî meriv nêzî hev dike.
Ji xwe gava di rojeke wiha da jî mirovê kurd ji qewmê xwe, ji ferdên miletê xwe alîkariyê negre, tu maneya aîdetiya netewî jî namîne.
XXX
-Heger hû nikanin bûyeran biguherînin, perspektîva xwe biguherînin.
XXX
Hin kes di şerê dewletê kurdan da xwe dane qoziyekê û li zulma dewletê temaşe dikin. Ev ne şêleke însanî ye, kesên ne bi kurdan ra bin li dijî kurdan e.