16 december 2012

Bi tirkî nizanîbû îdam kirin

Ji ber ku bi tirkî nizanîbû 86 sal berê îdam kirin. Îro hîn jî di dadgehan da axaftina bi kurdîqebûl nakin, ji ber ku bi tirkî napeyivin îfadeya girtiyan nagrin û di zindanê da dihêlin.
Ahmet Sureyya Orgeevren, piştî Serîhildana Şêx Seîd, li Diyarbekrê serdozgerê(savciyê)Mahkimeya Îstîklalê bû. Wek tê zanîn, vê dadgehê(mahkime)gelek biryarên îdamê da, bi biryarên vê da
dgehê bi sedan kurd hatin îdamkirin.
Ahmet Sureyya Orgeevren, di sala 1957-an da di rojnameya Dunyayê da bîranînên xwe wek tefrîka weşand. Orgeevren, di van bîranînên xwe da qala hin bûyerên nazîzt û hovane yên ku di van dedgehan da anîne serê kurdan jî dike.
Serdozger Orgeevren dibêje:
”Rojekê xortekî kurd yekî egîd û wek fîtekî anîn dadgehê. Hakiman ew dan ber pirsan, îfada wî girtin. Lê gava diyar bû ku xort bi tirkî nizane, hakim bi hev şêwirîn û biryara îdama wî dan.”
Biryara dadgehê wahşetwarî û pir bêînsaf e, biyareke ji ya hakimên kampên naziyan jî xerabtir e.
Biryar dibêje:
”Însanekî ku bi tirkî nizanibe ji vî welatî ra tu xêr nayê û loma jî biryar îdam e…”
Orgeevren, dû ra jî dibêje, ”Wê şevê birin lawik îdam kirin.”
Orgeevren, dibêje ku ew ji tesîra vê bûyerê xelas nebûye û wiha dom dike.
”Li Deriyê Çiyê oteleke bi navê Yalova hebû. Ez li wir dimam. Ez çer raketim, ew lawikê bi tirkî nizanîbû ket xewna min û destê xwe kir gewriya min û bi tirkî got, ”te çima ez dam îdamkirin? Ez tehdît kirim. Heta sibê vê rewşê du sê caran dubare kir. Ez dîn bûbûm. Sibehê ez çûm dadgehê û min ji hevalên hakiman ra got ku, ”gelî hevalan, heger em her kesê ku bi tirkî nizabibe îdam bikin, wê demê dibê em hemû diyarbekriyan, heta hemû rojavayiyan bidarda bikin. Em hatin vir ji bo ku sûcdaran ceza bikin. Min xewna xwe ji wan ra got. Mazhar Mufît û hakimên din ji min ra gotin, ”tu têkil nebe, ev karê me ye.” Min jî dozgeriya xwe da pêş, munaqeşeya nabêna me qulibî şerê devikî. Min û wan, bi şîfreyan mesele gîhand Anqerê. Piştî hefteyekê min ev telgiraf girt:
”Ahmet Sureyya beg, Serdozgerê Dadgeha Diyarbekrê ya Îstîqlalê:
Armanca me ew e ku serê kurdan û kurdperweran ebediyen bipelixe. Bi hevalên xwe yên hakim ra li hev bike. Çavên te radimîsim.
Serokwezîr
Îsmet Înonu”
Ji wê rojê heta nuha çi guheyrî ye? Bi baweriya min, bêyî taktîkên ji bo ”pelixaniba ebedî” tu tiştekî esasî neguheriye, Erdogan û taximên wî jî hîn li pey eynî xeyalan in. Lê ev yek li gorî şert û mercên îro tê kirin, ji ber ku şer jî û siyaset jî li gorî şertan e, dibê meriv xweîntîbaqî şertan bike.

Not:
Ev bîranên Ahmet Sureyya Orgeevren, dû ra wek kitêb, bi navê, "Şeyh Sait Isyanı ve Şark Istiklal Mahkemesi vesikalar, olaylar, hatıralar." ”Îsyana Şêx Seîd û belge, bûyer, bîranînên mahkimeya Şerqê ya Îstîqlalê.
Lê çend caran bi hin navên din jî hatiye weşandin, lê bi îhtîmaleke pir mezin bi hin tahrîfan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar